5 sal ceza li Keyvan birrîn
Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:15
Keyvan Zendkerîmî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgeha vî bajarî ve bi 5 sal hepsê hat cezakirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyeke herêmî, Keyvan Zendkerîmî bi îdîaya “komkirin û komploya li dijî ewlehiya niştimanî, propaganda li dijî dewletê û beşdariya di kombûnên neyasayî de” hatiye sûcdar kirin. Ev biryar roja Çarşemê bi fermî ji Zendkerîmî re hatiye ragihandin.
KURDPA