- Pêr bi şev li Sîstan û Beluçistanê di encama şerê bi komek çekdar re, 5 endamên hêzê rejîmê yên Parêzvanên Sînor hatine kuştin.
Rêveberiya Polêsan a Îranê diyar kir ku pêr bi şev li Sîstan û Beluçistanê di encama şerê bi komek çekdar re, 5 endamên hêzê rejîmê yên Parêzvanên Sînor hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çend kes ji koma çekdar jî hatine kuştin û çekdarên din reviyane.
Cihgirê Rêveberiya Giştî ya Polêsan a Îranê û fermandariya Parêzvanên Sînor ji bo lêkolînê çûn parêzgaha Sîstan û Beluçistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN