40 wênegir 100 wêne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:27

  • Li bajarê Qamişlo yê Rojava cara yekem mihrîcana fotografan hate lidarxistin. Di mihrîcanê de 40 wênegir bi fotografên xwe hazir bûn û qederê 100 wêne hatin nîşandan. Di dawiya mihrîcanê de ji bo bibîranîna Seyîd Evran xelat hatin belavkirin.

Mihrîcana Yekem a Wêneyên Fotografîk a Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê 13’ê mehê bi dawî bû. Bi tevlîbûne 40 wênegiran 100 wêne bi çîrokên cuda cuda hat pêşkêşkirin û semînerên li ser fotografiyê hatin dayîn. Her wiha di mihrîcanê de gelek amûrên kevnar ên makîneyên foto û dîmen jî hatibûn nîşandan.

Kesên bêşdarî pêşengehê bûn xwestin çand û hunera xelkê xwe nîşan bidin. 

Hevserokê Yekîtiya Wênegerên Fotografîk a Sûriyeyê Ehmed Mardenlî wiha axivî: “Di destpêka mihrîcana me de semîner li ser girîngiya wênegiriyê ji aliyê sînemager û wênekêşên pispor hatin dayîn. Bi beşdariya 40 wênegiran sed wêne hatin nîşandan. Her wiha di mihrîcanê de beşek ji bo kamerayên klasîk a gelekî kevnar û kamerayên heta roja me ya îro hate veqetandin.” 

Ehmed Mardenlî li ser armanca vê mihrîcanê wiha pê de çû: “Rastî me ev mihrîcan bi armanca piştgiriya wênekêşan lidarxist. Hêviya me ew e ku em mihrîcanê xwe li derveyî Sûriyeyê jî lidar bixin ku çanda civaka xwe li her deverê cîhanê belav bikin.” 

Wêne serpêhatiyên cuda vedibêjin

Endama Yekîtiya Wênegerên Fotografîk ên Sûriyeyê Sorgul Şêxo wiha behsa çîrokên wêneyên xwe kir: “Rastî tevlîbûna min ji vê mihrîcanê wek jin pir pêşketî dibînim ez bi sê wêneyan tevlî bûm. Min giranî da li ser mijarên jinê. Ji ber jin xwedî wateyek pir mezin e. Her wêneyek xwedî serpêhatiyeke cuda ye. Wêneyê yekem jinên ku bê nan mane û tevî hemû zehmetiyan nan li ser destên xwe çêdikin nîşan dide. Wêneya duyemîn jî jinek ku di karê çimento de kar dike ev jî berxwedaniyek pir mezin e ku jin di civakê de dimeşîne. Wêneya sêyemîn jî li kargeha Siwêdîkê ya kehrebê yekemîn car jin di karê petrol kîmyayî û hesin de kar dike. Her wiha ne tenê wêneyek û du wêne ne. Bi dehan wêne hatine girtin û her wêneyek bi çîrokek cuda hatiye xemilandin.”

Min rastiya civakê nîşan da

Sorgul Şêxo nihêrînên xwe yên di warê wênegiriyê de bi vî awayî anî ziman: “Min girîngî da ser mijarên jinê. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa jinê ye û bi ked û berxwedaniya jinê heya roja me ya îro hatiye. Tevlîbûna min ji vê mihrîcanê re ji bo ez rastiya civaka xwe bidim naskirin û ji bo ku her kes nas bike ku jin dikare heya çi astê li ber xwe bide. Hemû rojnemavan dikarin bi rêya wêneyan çarenûsa civaka xwe nîşan bide û rastiyê nîşan bidin.”

Piştgirî didin wênegirên Rojava

Endamê Yekîtiyên Wênegerên Fotografîk Sûriyeyê Ebbas Ebbas jî li ser wênegiriyê axivî û got; “Yekemîn mihrîcana wênegiriyê ku li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin ji bo me pêşketinek pir mezin da avakirin. Gelek bêşdar ji derve hatin. Di hundirê vê mihrîcanê de pêşengeha wêneyan jî hebû û her wêneyek wate û çîrokek mezin li pey xwe da avakirin. Kamerayên herî kevn û heya ku gihiştin kamera herî pêşketî hatin nîşandan div ê pêşangehê de.  Di heman demê de di dawiya mihrîcanê de xelat li sê wênegiran hatin belav kirin. Armanca me ji vê mihrîcanê piştgiriya hemû wênegirên Rojavayê Kurdistanê ye.”

Seyît Evran bi bîr anîn

Di mihrîcanê de 3 xelatên ku ji bo wêneya herî bedew û çîroka wêneyê ya herî bi wate bi navê Rojnamevan Şehîd Seyîd Evran hatin belavkirin.

Rojnamevan û nivîskar Seyît Evran yek jî pêşengên Tevgera Rojnameriya demokratîk bû ku heqîqeta gelê xwe ji cîhanê re radigihand, di 22’yê Îlonê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Îro bi hezaran rojnamevan li ser xeta wî dewam dikin ku îro li ser navê wî di çarçoveya mihrîcanê de xelat tên dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê xelat hate dayîn. Xelata xweşiktirîn çîroka fotografîk nûçegîhana ajansa Jînhayê Sorgul Şêxo wergirt. Xelata ferdî ya tekane ya fotografî Baha Mehmûd û xelata wêneyê kedê ya fogotrafîk Ebdul Qadir Sûsik wergirt.

Mihrîcan bi dayîna xelatan bi dawî bû.

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.