40 filistînî hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 28 Gulan 2024 - 00:54

Artêşa Îsraîlê kampa Flistîniyan bombebaran kir û di êrişê de 40 kes hatin qetilkirin. 

 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve didomin. Di encama bombebaranê de ya li dijî kampa konan a li bajarê Refahê yê li ser Şirîda Xezeyê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA’yê; balafirên Îsraîlê konên Filistîniyan ên li nêzî herêma depoyên UNRWA ya NY’yê bombebaran kirin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di encama bombebaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û xebatên wan ên ji bo windayan didomin. 

Di encama êrişên artêşa Îsraîlê de yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha yên li dijî Şirîda Xezeyê de herî kêm 15 hezar û 239 jê zarok û 10 hezar û 93 jê jin bi giştî 35 hezar û 984 filistînî hatin qetilkirin û 80 hezar û 643 kes jî birîndar bûn. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.