4 şehîdên li Zê

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:33

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên sala 2017’an li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên sala 2017’an li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd got, “Sala 2017’an di êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Zapê hevrêyên me Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bibîranînên wan bin.”

HPG´ê ji bo şehîd Cûdî Botan got, “Hevrêyê me Cûdî sala 2014’an li Botanê tevlî nav refên gerîla bû û li xaka lê ji dayik bû, gerîlatî kir, ji wir jî derbasî Heftenînê bû. Hevrêyê me Cûdî ku li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî danheveke kûr a îdeolojîk bû, her tim hewl da vê danheva xwe zêde bike û bi hevrêyên xwe re parve bike.”

HPG´ê ji bo şehîd Serxwebûn Gabar jî got, “Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Ew sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand û li Garê û Zapê gerîlatî kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrûbe.

Hevrêyê me Serxwebûn ku bi pîroziya jiyan û hevrêtiya PKK’ê zanîbû xwe bi pêş xist û hewl da derdora xwe jî bi pêş bixîne.”

HPG´ê ji bo şehîd Ernesto Besta got, “Hevrêyê me Ernesto sala 2013’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, çû Zapê û heta şehîd bû li wir pratîkeke serketî meşand. Hevrêyê me Ernesto di xeta fermandariya serdema nû de meşiya û li cihê ku lê ma bû nûnerê xeta Partiyê.” 

HPG´ê ji bo şehîd Rênas Navdar got, “Hevrêyê me Rênas li Geverê ji dayik bû. Ew sala 2015’an tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas zû hînî jiyana li çiyê û gerîlatiyê bû û xwe timî bi pêş xist. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi gerîlatiyeke profesyonel û şareza faşîzm dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Di şer û jiyanê de timî li pêş bû. Hevrêyê me Rênas bû fermandarekî gerîla yê mînak. Li Şengalê di şerê azadiyê yê gelê me yê Êzîdî yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li kêleka gelê me cih girt. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê temam kir, vegeriya çiyayên Kurdistanê, devera Zapê.”

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîd Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas re û ji gelê Kurd re xwest û nasnameya wan jî wiha eşkere kir:

- Cûdî Botan (Nîmet Bozkûrt) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Leyla û Omer, 5’ê Sibata 2017´an li Zapê şehîd bû

- Serxwebûn Gabar (Bêwar Mesûd) ê li Zaxoyê ji dayik bûye, kurê Xatin û Mesûd, 19’ê Sibata 2017´an li Zapê şehîd bû

- Ernesto Besta (Îbrahîm Kulter) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Kevser û Ethem, 21’ê Nîsana 2017´an li Zapê şehîd bû

- Rênas Navdar (Osman Sevmîş) ê li Colemêrgê ji dayik bû, kurê Adîle û Alaattîn, 21’ê Nîsana 2017´an li Zapê şehîd bû

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.