4 kitêbên li ser dîrok û wêjeya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Mijdar 2020 - 03:43

  • Ziya Avci ji Soraniyê çar kitêbên li ser dîrok û wêjeya Kurdî wergerandin Kurmanciyê. Weşanên Lîsê ev kitêbên li ser Komara Kurdistanê, Şêx Mehmûd, Esîrî yê şair û Melayê Cizîrî Mijdarê derxistin.

Weşanên Lîsê meha Mijdarê çar kitêb derxistin. Yek ji van a Ehmed Xwace ye ku bibîranînên xwe têde nivîsîne û navê wê jî “Min çi dîtin” e. A din a Kerîm Husamî ye li ser Komara Kurdistanê ya 1946´an e û bi navê “Komara Demokratîk a Kurdistanê” derketiye. Kitêbeke din jî a Izedîn Mistefa Resûl e ku li Meleya Cizîrî bi navê “Melayê Cizîrî: Hin tişt derbarê jîyan û berhema wî de” derketiye. Kitêba dawî jî ya Kerîm Şareza û Cebar Cebarî ye li ser helbestvanê Soraniyê, Esîrî ye û bi “Esîrî: Şaîrekî şoreşgêr ê qonaxa piştî Hacî Qadirê Koyî” derketiye. Wergera her çar kitêban a ji Soranî ber bi Kurmanciyê ve jî Ziya Avci kiriye.

Ji nava tevgera Şêx Mehmûd

Nivîskarê “Min çi dîtin” Ehmed Xwace yek ji rewşenbîrên Kurd e ku gelekî nêzîkî Şêx Mehmûd bûye. Xezînedarîya Şêx Mehmûd kiriye. Şahidê rasterast ê hemî bûyerên Tevgera Şêx Mehmûd e. Bi xwe jî beşdarî hereketa çekdarî ya tevgerê bûye. Di “Min çi dîtin” de bi awayekî kronolojîk bûyerên tevgerê ên ji sala 1919’an heta 1927’an ji me re neqil dike.
Wergêr ji bo van bibîranînên Ehmed Xwace dibêje, “Bê guman nivîsandina van awa bîranîn û şahidîya bûyeran, ji bo dîrokzan û dîroknasên Kurd qîmeta wan nayê pîvan û hêjayî hemî awa pesin û şanazîyê ne. Bi saya van awa nivîsan rûpelên têkoşînê ên dîroka netewa Kurd ronî dibin. Ew kil û kêmasî an şaşîyên hene ji me re dibin rêber ku carî nebin.”
Ziya Avci wergera ber bi Kurmancî ve a kitêbê kiriye û kitêb 285 rûpel e. Mijdara 2020´an Lîsê çap kiriye.

Çavkaniyeke Kurd ji bo Kurdan

Kerîm Husamî bi “Komara Demokratîk a Kurdistanê” dadikeve. Tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî mijar ji Kurdan re her aktuel e û di rojeva wan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne. Gelek caran jî mirov hê jî neçarî çavkaniyên bîyanîyan dibe. Kerîm Husamî bi kitêba xwe li ber vê rewşê radibe. Wergêr Ziya Avci ji bo kitêbê dibêje, “[Nivîskar] Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!
Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qala Komarê bike paşxaneya nêzîk vedibêje. Hem polîtîkayên dewleta Îranê û hem jî nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî van polîtîkayan. Rewşa aborî, civakî û sîyasî a Îranê û Kurdistanê radixe ber çavan. Rêxistina JÊKAF’ê ku aktora sereke a vê pêvajoyê ye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, daxuyandina Komarê, kes û komên ku tê de cî digirin, kar û xebatên ku hatine kirin û ên ku nehatine kirin an jî demê têr nekiriye, qelsî û kêmasîyên ku bûne sedema têkçûnê…”

Li gorî em ji danasîna kitêbê ya weşanxaneyê fêr dibin, nivîskar rewş hinekî bi rêya helbestan rave kiriye. Wergera ber bi Kurmanciyê ve a vê kitêbê jî Ziya Avci kiriye. Kitêb 120 rûpel e û Weşanên Lîsê ew 2020´an derxistiye.

Esîrî û helbesta wî

Seyyîd Huseyînzade Evdelxaliq Esîrî yan jî tenê Esîrî yek ji wan helbestvanên li Bakurê Kurdistanê kêm tê nasîn ê Soranî yê destpêka sedsala 20´an e. Cebar Cebarî û Kerîm Şareza bi “Esîrî: Şaîrekî şoreşgêr ê qonaxa piştî Hacî Qadirê Koyî” hewl didin wî û şiira wî bidin nasîn. Mamoste Cebar Cebarî di pêşgotinê de bi awayekî xweşik behsa jîyan û serpêhatîyên Evdelxaliq Esîrî dike.
Mamoste Kerîm Şareza jî bi lêkolîn û şiroveyên xwe ên li ser naveroka şiirên Esîrî berhem dewlemend kiriye. Wekî din wan desteyek ji şi’irên wî jî gihandiye ber destê xwendevanan. Kitêb a 154 rûpelî, bi wergera Ziya Avci, Mijdara îsal ji Weşanên Lîsê derket.

Bi awireke cihê Melayê Cizîrî

Seyda Izzedîn Mistefa Resûl ji Kurdologên pêşî yên Kurd e li Iraqê. Ev kitêba wî ne belesebeb bi navê “Melayê Cizîrî: Hin tişt derbarê jîyan û berhema wî de” derketiye. Ew bi xwe di pêşgotina kitêba xwe de dibêje, “Ev kitêb ne lêkolîneke temam û fireh a jîyan û berhemên Melayê Cizîrî ye”. Di kitêbê de hinek milên jîyana Melayê Cizîrî û şiirên di dîwana wî de hene. Ew di heman demê de li wan berhemên li ser Melayê Cizîrî heta nivîsandina vê xebata wî derketine jî dinihêre. Ev nihêrîna wî bi perspektîfeke cihê û bi çavekî rexnegirî ye. Pê re jî ew gelek şiroveyên cihê dike. Ziya Avci yê ku berhem wergerandî ji ber vê yekê hêja dîtiye ku berhemê wergerîne Kurmanciyê. Kitêb li ser 248 rûpelan Mijdara 2020´an ji Weşanên Lîs derketiye.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.