3852 Êzîdî li ku ne!

duşem 3 tebaxê 2020 - 23:38

  • TAJÊ’ê der barê encama qirkirina 3ʼê Tebaxê de agahî û daneyên li ber destê xwe ragihandin û li gorî vê; aqûbeta 3852 Êzîdiyan nediyar e ku di nava wan de zarok û jin jî hene.

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî êrîşî Mûsilê kirin û şûn de metirsiyeke mezin li ser Şengalê çêbû. Hêzên PDK’ê yên wê demê li herêmê bûn ku ji parastina Êzîdiyan berpirs bûn, bi gotina; ‘Metirsî tine em ê we biparêzin’ 3’ê Tebaxa 2014’an dema ku DAIŞ’ê êriş kir, ji Şengalê vekişiyan.
Bi êrişê re bi hezaran jin û zarok jî di nav de Êzîdiyên ketin nava lepên DAIŞ’ê hatin kuştin. Jin û zarok jî di nav de zêdetirî 5 hezar kes hatin revandin. Ên mayî jî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG/YPJ’ê ji mirinê hatin rizgarkirin.
Komkujiyeke mezin li ber çavê dinê hemûyî li ser civakeke resen a Kurd a herêma Şengalê pêk hat. Têkildarî vê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) amarên li ser komkujiyê ku di destê wan de hene parve kir.

370 hezar Êzîdî koçber bûn

Li gorî agahî û daneyên TAJÊ dane;
Berî fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an li herêma Şengalê 550 hezar welatiyên Êzîdî li Iraqê diman.
Piştî Fermana 73’an a Şengalê 370 hezar Êzîdî koçber bûn.

Di rojekê de 1293 kes hatin kuştin

Di roja yekem a êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de 1293 kes hatin kuştin.
1759 zarok bê bav man.
407 zarok bê dayik man.
220 zarok bê dayik-bav man.
Bi giştî hejmara zarokên bê dayik-bav mane 2 hezar û 745 e.

80’ê gorên komî

DAIŞ’ê Êzîdiyên ku qetil kirin, li 80 gorên komî ku pirraniya wan li deştên Şengal û bajarokên derdora wê veşartin.
68 navend û merqebên pîroz ên Êzîdiyan hatin teqandin û hilweşandin.
Piştî fermanê 120 hezar Êzîdî koçberî deverên cuda yên Iraq û Başûrê Kurdistan û Ewrûpayê bûn.

Kesên aqûbeta wan nediyar

Hejmara Êzîdiyên ku heta niha di destê DAIŞ’ê de mane û nehatine dîtin û li bazaran hatine firotin wiha ye:1199 jin, 339 mêr, 1041 zarokên keç û 1079 zarokên kur. Li gorî daneyên TAJÊ’ê heta niha aqûbeta jin û zarok jî di nav de 3852 welatiyên Êzîdî ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.