31 salên têkoşîna Rêber Îsa

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 06:14

  • Kurê hunermend Rêber Îsa, Enwer Îsa dibêje, bavê min gelekî ji huner û muzîkê hez dikir û ew hezkirina xwe di nava zarokên xwe hemûyan de jî çandiye. Bavê wî her tim gotiye, huner beşek sereke ya rizgarkirina Kurdistanê ye.

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Rûpelên dîroka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava, bi çîrokên têkoşîna wan şoreşger û hunermendan hat xêzkirin ku jiyana xwe di oxira pêkanîna serketinê û gihandina dengê wê li temamê Kurdistanê de bihurandin. Rêber Îsa jî yek ji wan têkoşeran e. Hunermend Rêber Îsa li dû xwe mîraseke têkoşînê ya 31 salan hişt.

Ji bo bipêşxistina hunerê Kurdî û parastina wê ji êrişên bişaftin û qirkirinê, têkoşiya. Ji ber vê yekê, gelek caran ji aliyê desthilata hikûmeta Şamê ve tê girtin û êşkence lê tê kirin. Cara yekem di Serhildana Qamişloyê ya 2014`an de bû. Cara duyemîn di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû. Cara dawîn jî beriya şehadeta wî bi çend rojan bû.

Piştî Serhildana Qamişlo ya 12`ê Adara 2014`an, li dijî Kurdan hemleyên girtinê yên berfireh dest pê kirin ji ber ku daxwaza mafên xwe kirin û dev ji çand û zimanê xwe bernedan. Her wiha ji ber ku li dijî siyasetên çewisandinê yên hikumeta Şamê derketin.

Têkildarî mijarê hevjîna hunermend Rêber Îsa, Coza Yusif got: “45 rojan li cem desthilata rejîma Sûriyê girtî ma bêyî ku em agahiyekê jê bigirin. Ji ber girêdana wî ya xurt bi doza Kurd ve êşkence lê hat kirin, beriya ku şehîd bibe jî 22 rojan hat girtin.”

 

Piştevaniya zarokên xwe dikir

Hezkirina Rêber Îsa ya ji hunerê Kurdî, israra dewamkirina têkoşînê li hemberî astengî û fişarên hikûmeta Şamê, hemû di kesayeta zarokên wî de encam da. Coza Yusif dibêje, Rêber Îsa fikra Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê di dilê zarokên xwe de çand, ew fêrî stran û jenînê kir û wiha dewam kir: “Her tim piştgiriya wan dikir da ku fêrî stranbêjiyê bibin. Bi taybetî keça me Delîla. Destek da wê heta ku bû hunermendek ku jenînê û stranbêjiyê baş dizane.”

 

‘Mûzîk wek çekeke li dijî dijmin didît’

Rêber Îsa ku li ser fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêgezên wê mezin bûye, zarokên xwe jî li ser heman fikrî mezin kir. Kurê hunermend Rêber Îsa, Enwer Îsa axaftina dayîka xwe piştrast kir û got: “Bavê min gelek ji huner û muzîkê hez dikir. Ew hezkirin di me hemûyan de çand. Bavê min henûn bû, hezkirin di dilê hemûyan de ava kir. Her tim ji me re digot, huner beşek sereke ya rizgarkirina Kurdistanê ye.”

Coza Yusif jî ev li gotinên Enwer zêde kir: “Bi giştî em li hev dicivîn, me stran digot û me jenîn dikir. Awazên wî li seranserî taxê belav dibûn. Em hemû fêrî lêdana tembûr û stranbêjiyê kir. Wî amûra xwe ya muzîkê wek çekekê li dijî dijmin didît. Her tim bawerî bi serkeftina şoreşê di dilê me de diçand.”

 

‘Di huner de em negihîştin asta wî’

Hevalê wî, Dara Agirî ku ew jî endamê koma Agirî ya muzîkê ye, diyar kir ku Rêber xwedî hesteke kûr bû, her tim bi enerjiyeke erênî li kesên derdûdora xwe bandor dikir û moralê wan bilind dikir, ti caran hevalek xwe neêşandiye, ew xwedî enerjiyeke cuda û balkêş bû. Koma Agirî ya muzîk û govendên Kurdî, yek ji komên destpêkê bû ku di 1992’yan de li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê keç û xortên navçeya Amûdê û gundên wê ve hatiye damezirandin. 

Dara Agirî got: “Di sala 2006’an de min di koma Agirî de ew nas kir. Li gor min tesadufeke xweş bû ku ez hunermendekî xwedî israr û moraleke bilind ji bo hunerê bibînim, wî şûneke xweş di dilên me hemiyan de hişt. Bi qasî ku wî tembûra xwe hembêz dikir, zarokên xwe wiha hembêz nedikirin. Ji Şengalê ta Efrîna dagirkirî, beşdarî hemû şahiyên şoreşgerî yên gelê Kurd bû.  Girêdana wî ya bi hunerê bêhempa bû, ti caran ji bo pêşxistina hunera Kurdî ne poşman bû, hertim ji bo pêşxistina hevalên xwe ked dida, lê em negihîştin asta wî di hunerê de. Girêdana wî ya bi koma Agirî re jî hişt ez navê komê li kurê xwe bikim.”

 

‘Huner bi me da hezkirin’

Şagirta wî û endama Navenda Hûrî ya çand û hunerê ya Amûdê Gulbîn Mehmûd destnîşan kir, hunermend Rêber Îsa hunera xwe bi vîna têkoşîna xwe ya nîştimanî domand. Gulbîn Mehmûd ev li gotinên xwe zêde kir: “Di me de hezkirina hunerê çand. Hişt em tevî zehmetiyan rêya xwe ya hunerî berdewam bikin. Her tim xwest em di aliyê hunerî de di hemû aliyan de xwe pêş bixin. Rojekê min xwest ji navendê îstîfa bikim lê hunermend Rêber Îsa, nehişt û got divê ez rêya xwe ya hunerî temam bikim û li hember hemû astengiyan li ber xwe bidim.”

 

Rêber Îsa kî ye?

Hunermend Rêber Îsa ji navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ye. Sala 1974`an ji dayik bûye. Bavê 4 keçan û 3 kuran e.

Rêber Îsa di hemêza malbateke welatparêz de mezin dibe, di dibistanên navçeyê de heta asta amadehî dixwîne. Bi avakirina koma Agirî ya govend û stranên Kurdî sala 1992`yan re, tev lê dibe û dest bi têkoşîna xwe ya hunerî dike. Li wir fêrî lêdana tembûrê û stranbêjiyê dibe.

Bi destpêkirina Şoreşê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hunermend Rêber Îsa tev li komên muzîkê û navendên çand û hunerê dibe. Gelek stranên şoreşgerî têkildarî şehîdan û destanên şehîdan çêdike. Her wiha tev li gelek klîpan dibe ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve hatin amadekirin.

Di 18`ê Îlonê de dema ku hunermend Rêber Îsa ji şahiya vekirina navendeke çand û hunerê li gundê Sinceq Sadûn yê başûrê Amûdê vegeriya, di encama qezayeke trafîkê de şehîd dibe û li pey xwe mîraseyeteke têkoşînê ya 31 salan dihêle.

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.