3 şehîdên Til Temirê

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:33

  • Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê şehadeta 3 şervanên xwe de daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê şehadeta 3 şervanên xwe de daxuyaniyek da.

QSD´ê got, hêzên wan li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bisekinin û berxwedaneke bê hempa li hemberî hovitiya dagirkeriya Tirk nîşan bidin. 

QSD di daxuyaniya xwe de got, "Di 13'ê Kanûna 2021’ê di encama êrişên dagirkeriyê yên li dijî bakurê Til Temirê de hinek şervanên me piştî ku bi lehengane li ber xwe dan, gihiştin asta şehadetê." 

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbatên şehîdan û şervanan re xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:

-  Cîhad Kobanê (Cîhad Hesen), kurê Ferîde û Mehmûd, li bakurê Til Temirê 13'ê Kanûna 2021’ê şehîd bû.

- Diyar Kesk (Yasîn Eksî), kurê Gurbet û Hisên, li bakurê Til Temirê 13'ê Kanûna 2021’ê şehîd bû.

- Fedekar Kurdistan (Eqîl Reşo), kurê Zelûx û Henan, li bakurê Til Temirê 13'ê Kanûna 2021’ê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.