3 şehîdên Heftenînê

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 16:04

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û got “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwe li gorî rastiya şer a serdemê amade kirine, bi taktîk û awayên dewlemend berxwedanê dikin.”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de weha tê gotin:
“Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Tîrmehê de diyar kiribû ku di êrişa hewayî ya li qada Tepê Dûpişk ê Heftenînê de hevrê me Argeş, Reşat û Zinar ên li ser peywira xwe şehîd bûne. Agahiyên der barê nasnameyên wan de weha ne: Rifat Bozkûrt bi nasnav Argeş Sara yê li Rihayê ji dayik bûyî, Toprak Adibellî bi nasnav Reşat Timoq ê li Batmanê ji dayik bûyî û Rizgar Yilmaz bi nasnav Zinar Devrîm ê li Sêrtê ji dayik bûyî.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê peywirên hevrê xwe yên şehîd bi cih bînin û li ser vî esasî di serî de malbatên hêja yên hevrê û hevalên me, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz hemûyî re sersaxiyê dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.