Romiena S. DAIŞ'iyeke ku vegeriyaye Elmanyayê. Ew li bajarê Elmanyayê Celleyê dihat dadgehkirin. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celle ji ber endametiya DAIŞ’ê û sûcên li dijî mirovahiyê 3 sal û 3 meh cezayê hepsê li Romiena S. birrî. Li ber dadgehê rêxistinên jinan xwepêşandanek organîze kir. Li dadgehê jineke Êzîdî ya ku DAIŞ’ê ew revandibû jî weke aliyê mudaxil tevlî dozê bûbû.
Serdozgeriya Giştî ya Federal Kanûna bihurî doza li dijî DAIŞ'iya Elman dabû destpêkirin.
Ew tevî keçeke 16 salî ya ku wê ew qaneh kir Kanûna 2014´an çûbû û tevlî nava refên çeteyên DAIŞ'ê bûbû. Romiena S. keça xwe ya hingê 4 salî jî bi xwe re biribû. Wê keça xwe ya piçûk bi xwe re biribû recmkirinekê jî. Wê sala 2016´an nobetdariya jineke Êzîdî ya kolekirî jî kiriye û ew ji bo karê malê jî bi kar aniye.
Romiena S. ji wan jinan e ku piştî du salan li Kampa Hol û ya Roj ma meqamên Elman bi lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re biribûn Elmanyayê. Ew ji hingê ve yanî ji 7´ê Cotmeha 2021'ê ve di nezaretê de bû.
ANF/CELLE