2544 dagirker hatin kuştin 11 Helîkopter hatin xistin

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 16:40

  • HPG´ê got, “lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedaî careke din raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk naçin” û dazanîn ku di şerê 7 mehan de 2 hezar û 544 dagirker hatine kuştin.

HPG'ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir. HPG´ê da zanîn ku di 2553 çalakiyan de hêzên wê 2 hezar û 544 dagirker kuştine, 11 helîkopter xistine xwar. Hêzên HPG´ê wekî din, 2 tank îmha kirine. Herçî dagirker in, wan 2 hezar û 837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êriş hêzên Kurdistanê kirine. Di êrişên dagirkeriyê de 174 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya 7 mehan a Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê ya navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişa ku dewleta Tirk a qirker ji bo dagirkeriyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, heft meh li pey xwe hiştin. Di vê pêvajoya heft mehan a şerê giran de dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê, lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedaî careke din raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk naçin. Hêzên me Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li gorî şert û mercên serdema nû xistin meriyetê, rêbaza şerê tîm ê xwe dispêre tunel û qadê, bi hostatî bi cih anîn û bi encamên wergirtî nîşan didin ku li ser xeta serketinê dimeşin.”

Sûcên şer rêbazên dewleta Tirk in

HPG´ê da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker, bêçare maye, Qadên Berxwedanê yên gerîlayan bi hezaran caran bi balafirên şer, helîkopterên êrişê, tank, obus û hawanan bombe kirine û tevî vê jî nekariye bigihîje armanca xwe. HPG´ê wiha dewam kir: “Artêşa Tirk a ku nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û bi hezaran caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser tunelên şer bi kar anîn. Li gel van êrişên artêşa Tirk a mêtinger a ku li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike, hêzên me di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.

Gerîlayên me yên azadiyê yên ku li ser xeta fedayî ya rêhevalên me Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal bi biryardarî dimeşin, ji Bakur heta Başûr li her qadê berxwedana xwe bênavber didomîne û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide.

Leşkerên di bin fermandariya Hûlûsî Akar de cenazeyên leşkerên xwe li qada şer hiştin, ji bo nekevin bin kontrola gerîla ew ji zinaran avêtin, bi balafirên şer û helîkopterên êrişê ew şewitandin û hewl dan wan tine bike. Ev tişt nîşan dide ka çiqasî ji nirxên herî bingehîn ên exlaqî û mirovahiyê dûr in. 
Di şerê 7 mehan de artêşa Tirk a dagirker 2 hezar û 837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êriş biriye ser tunel û çeperên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcê şer kiriye.”

Bîlançoya 7 mehan a şer

HPG´ê bîlançoya heft mehan jî wiha kite bi kite eşkere kir: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 553 çalakî li dar xistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Di encama çalakiyên xurt ên gerîlayan de 2 hezar û 544 dagirker hatin cezakirin û 366 dagirker jî birîndar bûn.
Di şerê 7 mehan de 174 hevrêyên me li eniyên herî pêş ên berxwedana herî birûmet a dîrokê cihê xwe girtin, derbên giran li dagirkeran dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kirin û şehîd bûn.”

Li jêr daneyên sereke yên bîlançoya şer a navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Mijdarê hene:

* 2 hezar û 553 çalakî hatin lidarxistin.

* 2 hezar û 544 dagirker hatin kuştin; 12 ji wan kontra, 18 jî leşkerên payebilind bûn.
* 366 dagirker birîndar bûn.

* 3 hezar û 694 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

* Herêmên Parastinê yên Medyayê 4 hezar 886 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
* Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2 hezar û 837 caran bi bombeyên qedexekirî û bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

* 8 helîkopterên Skosky û 3 helîkopterên êrişê hatin xitsin.

* 2 tank, 17 maşînê zirîpoş hatin rûxandin.

Ji bilî van gerîlayan gelek sîleh û malzemeyên leşkerî îmhakirin, derb li wan xistin û gelek kî desteser kirin.

BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.