252 caran sûcên şer kirin

Çarşem 1 Sibat 2023 - 17:13

  • Di Çile de gerîlayan bi 120 çalakiyan 31 dagirker kuştin. Dagirkeran 252 caran bi çek û bombeyên qedexe êriş kir. 10 gerîla jî şehîd bûn.

HPG’ê bîlançoya meha Çileyê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê gerîlayan 120 çalakî kirine, 31 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran 252 caran bi çek û bombeyên qedexe êriş kirine. 10 gerîla jî şehîd bûne.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi piştgiriya teknîkî ya herî pêşketî ya NATO’yê dest bi tevgera dagirkeriyê ya berfireh li dijî xaka Başurê Kurdistanê kir. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî îrade, tarza şerê fedaî û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, careke din têk çûye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên xurt ên hêzên me derbên giran xwar, tevgera xwe ya dagirkirinê berfirehtir kir û ligel ku xwestiye ji vê rewşa xerab derkeve jî, nekariye bi ser bikeve. Dewleta Tirk a ku bi avakirina serketinên derewîn li ser maseyê hewl da civakê bixapîne da ku têkçûna xwe veşêre, tevî hemû hewldanan jî nikare vê rastiyê veşêre ku li qada şer nikare li hemberî gerîlayên me bisekine. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwarin û bi bombeyên qedexe (bombeyên fosfor, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer) çeperên şer ên hêzên me bombe kirine. Artêşa Tirk a dagirker a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de hinek sûcên din ên şer kirine. 

Berxwedana gerîla her dewam dike

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di tevahiya Çile de têkoşîna xwe bênavber dewam kir. Gerîlayên azadiyê metodên xwe yên asayî guherand û xwe li gorî şertên serdemê ava kiriye. Di dîroka me ya têkoşînê de yek ji zivistanên herî çalak e û rastiya gerîla ya ku di her demsalê de û di her şert û mercî de dikare li dijmin bixe, derketiye holê. Hêzên me bi tarza şerê nû û taktîkên xurt ên gerîla bêhna dagirkeran çikandiye; li Zap, Metîna û Avaşînê destan nivîsandiye û di têkoşîna gelên bindest de, rûpelekî nû vekiriye.

Bîlançoya Çileyê 2023´yan

Di vê berxwedan me ya dîrokî de di Çileyê 2023’yan de 10 hevrêyên me şehîd bûn. Em soza xwe nû dikin ku li ser xeta şehîdan berxwedana xwe geştir bikin û bîranîna şehîdên xwe yên nemir bi serfiraziyê tacîdar bikin.
Bîlançoya şerê di navbera 1-31’ê Çileyê de wiha ye:

Çalakiyên hêzên me;
120 çalakiyên sabotaj, sekvanê, çekên giran, şer-lêdan û taktîkên koordîne yên gerîla hatin kirin.
Di encama çalakiyên hêzên me de; 31 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.
Bi qasî ku hêzên me tespît kirin, Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet Çeperên Berxwedanê 134 caran bi balafirên şer û 38 caran jî bi helîkopterên êrişê ve hatin bombekirin. Her wiha bi sedan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bombekirin.

252 caran bombeyê qedexe û kîmyewî
Çeperên Berxwedanê yê hêzên me 252 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Amûrên leşkerî û wesayîtên ji aliyê hêzên me hatine rûxandin jî ev in;
Çeperek, 2 Pergalên kameraya mobese, çekeke bombeavêj, konekî leşkerî, teleskopek, dronek, kepçeyek û konteynirek hatin rûxandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.