- Ji felaketê 12 kes sax filitîn û didu ji wan li gorî agahiyan endamê şebekeya ku penaber ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanistanê bûne.
Li Egeyê 5´ê Cotmehê boteke din a penaberan li Egeyê noqî avê bû û herî kêm 25 penaber di bûyerê de mirin. Hate zanîn ku hîna 31 kes winda ne. Di nava 25 miriyên rayedarên Yewnanî piştrastkirî de 5 zarok jî hene.
Ji felaketê 12 kes sax filitîn û didu ji wan li gorî agahiyan endamê şebekeya ku penaber ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanistanê bûne.
Kesên sax filitîne, dibêjin di botê de herî kêm 68 kes hebûne. Yanî ji bilî 25 kesên xeniqîne û cenazeyên wan hatine dîtin, û 12 kesên sax filitîne, dibe ku 31 kes hîna winda bin.
Li gorî agahiyên ji saxfilitiyan, di botê de gelek Kurd hebûn û aqûbet û nasnameya gelekan ji wan ne diyar e.
Meha bihurî jî di du qezayan de 27 kes di deryaya Egeyê de gava ku xwestibûn ji Tirkiyeyê biçin Yewnanistanê xeniqîbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN