24 rojan cenaze nedan malbatê
În 15 Cotmeh 2021 - 01:37
- Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kendal Azad Botan (Mezlûm Mat) ê li Herekolê Şehîd bûbû, piştî 24 rojan hê nû dan malbatê. Cenazeyê şehîd Kendal Azad Botan li Goristana Asir a li Cizîrê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kendal Azad Botan (Mezlûm Mat) ê li Herekolê Şehîd bûbû, piştî 24 rojan hê nû dan malbatê. Cenazeyê şehîd Kendal Azad Botan li Goristana Asir a li Cizîrê hate veşartin.
Gerîlayê HPG’ê Kendal Azad Botan 19’ê Îlonê di bomberdûmana Balafirên Şer ên Bêmirov û Biçek de li Çiyayê Herekolê, li bejahiya Xisxêrê ya Sêrtê, şehîd bûbû.
Malbata Mat miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê kiribû, cenaze teşxîs kiribû. Lê rayedarên dewleta Tirk cenaze nedabûn malbatê. Malbatê vê carê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê da, bi rêya parêzeran jî miracaetî dozgeriyê kir.
Nimûneya xwînê piştî 24 rojan bi encam bû, cenazeyê şehîd Kendal Azad Botan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate girtin.
Cenazeyê gerîlayê şehîd di bin dorpêça polîsan de li Goristana Asir a Cizîrê hat veşartin.
ŞIRNEX