23 kampên Şengalê vala dikin

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:39

Bi biryara Herêma Kurdistanê 23 kampên li herêma Şengalê, bêyî ku alternatîfek were avakirin têne valakirin. Rayedara HRW’ê got,’’Dema ku mal ne ewle be, girtina van kampan çareseriyê nayîne.’’

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) di daxuyaniya xwe de ku roja Duşemê kirî, ragihand biryara Herêma Kurdistanê, ku li gorî biryarê divê kampên ku kesên bêcihûwar bûyî heta 30’ê Temûzê vala bikin, wê mafê gelek şêniyên kampê ku li herêma Şengalê dijîn, bixe talokeyê. HRW di raporê de tespît dike Şengal hê jî di rewşeke bêewle de ye û bi hezaran mirovên ku di nêz de wê vegerin, ji xizmetên sosyal ên têrkar ên aborî, sosyal û çandî bêpar in. Li gorî Wezareta Navxwe ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, li 23 kampên li wêlêt piranî Şengalî 157 hezar kes dimînin. Lêkola HRW’ê ya Iraqê Sarah Sanbar got,’’Gelek Şengalî ji 2014’an û wir ve li kampan dijîn û heqê wan heye ku vegerin ser xaka xwe lê vegera wan divê bi ewlehiyê be û dildarî be.’’Sanbar wiha domand: ‘’Dema ku mirov dêhnê xwe dide kêmbûna xizmetê, jêravanî û ewlehiyê, rîsk heye ku hikûmet rewşa kambax hê girantir bike.’’

Li herêma Şengalê Kurd, Ereb û Êzîdî bi hev re dijîn. Li bajarokê Sîncarê ku dema di navbeyna 2014-2017’an de dema şerê dijî DAIŞ’ê jêravaniya kamûyê sedî 80 û mal jî sedî 70’ê hatin xirakirin. Wezareta Koçerî û Bêcihûwarbûyiyan a Iraqê 24’ê Çile ragihandibû ji bo girtina kampan dema dawî 30’ê Temûzê ye. Wezaretê her wiha soza pakêtekê dabû ku li gorî pakêtê wê alîkariya aborî, ewlehiya sosyal, îstîhdamê bike ji bo kesên ku vegerin.

Divê tazmînatê bidin

19’ê Adarê Wezaretê serdana kampa Çamişlo ya li Duhokê kir. Mamosteyekî kampê û şêniyekî kampê ku bi şandeya wezaretê re tevlî civînê bûn, ji HRW’ê re gotin,’’Sê vebijêrk li ber Bêcihûwarbûna danîn: Vegera li Sîncarê, çûna bajarên di bin rêveberiya federal de an jî li Herêma Kurdistanê li derveyî kampan.’’Şêniyên kampê ku agahî dane HRW’ê gotin, ‘’Lê hikûmet berî ku ji me bixwaze ku em vegerin, ji bo ku em malên xwe ji nû ve çêkin û xizmetê bidin divê tazmînatê bide me.’’ Li gorî raporeke HRW’ê ya 2023’an li pêş vegera Şengaliyan astengiyên sereke ew in ku hikûmet ne di rewşeke wiha de ye ku mal û milkên ku ji dest wan çûne û debara wan bi cih bîne, her wiha bi derengîketina ji nû ve avakirinê, bêîstîkrariya di mijara ewlehiyê de, nebûna dadê û hesabdayinê ya di mijarên suc de jî weke astengiyên li pêş vegerê hatine diyarkirin.

Alîkarî nedane kesekî

HRW’ê, Gulana 2023’an tespît kir ji Şengalê yek kesî jî li gorî Qanûna Hijmara 20’an ji ber ziyana milk û kanên debarê tazmînat nestandiye û 3500 daxwazên qebBûlkirî jî ji alî Bûroya Jêr a Tazmînatê ya Şengalê ve li hêviya dayinê ye.Serokê Komîteya Tazmînatê ya Tel Aferê ku Bûroya Jêr a Tazmînatê ya Şengalê kontrol dike, Dadger Ammar Muhammed ji HRW’ê re got hijmara serlêdanê heta bi Sibata 2024’an 8 hezar û 300 e, li gel vê jî hê pere nedane kesî.

Salek çû tiştek nebû

Mehên bihurî gelek rayedarên hikûmetê, ji lêkolên HRW’ê re ragihandin ji bo ku tazmînatê bidin Şengaliyan mîqdara fonê di demeke nêzîk de, bi ser de, rayedarekî ragihand, ‘’Vê heftiya were, din av demeke kurt de’’ wê were aşkerekirin û li gel gotinên plansaziya wê tê kirin ku projeyên ji nû ve avadanê pir di nêz de wê pêk werin jî, di nav salekê de ti geşedan nebû.

Du rayedarên hikûmetê ji rayedarê HRW’ê re ragihandin bi derengîketina tazmînatan ji ber ‘pirsgirêkên bûdçe’yê ne, ku ev dibe sedem fonên ku hatine veqetandin neyên dayin û zêdetir agahî neda. Serokê Nexweşxaneya Giştî ya Şengalê Dr. Dilşad Alî, 4’ê Nîsanê ji Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan re got nexweşxane ziyan gihayê û hatiye valakirin, personelê tendiristiyê hê jî li dereke demdemî xebatê dikin û got,’’Ji bo ku pêvajoya ji nû ve avabûnê were destpêkirin, em li hêviyê ne ku projeya avakirinê ji saziyeke îcrakir re were ragihandin.’’

Kesek naxwaze tim li kampan be

Hiqûqa mafê mirovan a navnetewî û destûra Iraqê garantî dike ku mafê tendiristî, perwerde, bicihbûnê û standarta jiyanê ya têrkar bi cih bîne.  Sanbar got,’’Ti kesek naxwaze heta hetayê li kampên bêcihûwarbûyiyan bimîne, lê dema ku ewlehî li mal nebe, girtina van kampan, li dijî bêcicûwarbûyinê ne çareseriyeke domdar e. Fonên ku Şengal ji nû ve were avakirin hene; ji bo ku Şengalî vegerin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin, divê hikûmet wan belav bike.’’

Bîanet

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.