203 kes hatin bidarvekirin

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:56

Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku di çar mehên destpêkê yên îsal de ji ber tometên cuda cuda, 203 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku piraniya wan Kurd û Belûc in.

Her wiha hate diyarkirin ku ji kesên hatine darvekirin 58 kes Kurd, 30 kes Belûc, 30 kes Tirk û her wiha 18 kes jî xelkê Efganistanê ne. Li gorî heman daxuyaniyê ji sedan 60’ê kesên hatine darvekirin peywendiya wan bi madeyên hişber re hebûn.

Hêjayî gotinêye ku 9’ê Gulanê jî 4 girtiyên Kurd li girtîgeha Urmiyeyê hatin darvekirin. Li gorî daneyên ne fermî tenê di meha Nîsanê de 77 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Ji van 10 Kurd û 18 Belûcî bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.