200 koçber vegeriyan Şengal û Selahedînê
Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 01:20

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku di bin çavdêriya wezareta wan de zêdetirî 200 koçber vegeriyan Şengalê û Selahedînê.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê zêdetirî 200 koçberî, ji wargehên li herêma Mûsil û Wargeha Aştî ya li Erbetê vegeriyane Şengalê û Selahedînê.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji wargehên li herêmên Mûsilê 182 kes û li Wargeha Aştî ya Silêmaniyê 19 koçber vegeriyane Şengal û Selahedînê.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê diyar kir ku di rojên bê de vegera koçberan bi alîkariya rêxistinên mirovî, hêzên ewlehiyê û rêveberiyên xwecihî wê dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN















