20 salan Elmanya li Maria qedexe kirine!

Nûçeyên Dîaspora

În 23 Kanûn 2022 - 02:49

  • Di nav sedemên sirgûnkirina wê de, ev jî heye; ew bi Kurdî baş diaxive. Marîa dibêje: ''Yanî ji ber ku ez pir baş bi Kurdî diaxivim, dibêjin ku bi Kurdan ra yekîtiyeke îdeolojîk heye. Sedemên ku hatine diyarkirin ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne.  

ERKAN GULBAHÇE

 

Dewleta Elman aktîvîsta spanî Maria V.  ya ku piştgirî dida têkoşîna Kurdan, sirgûn kir û 20 salan ketina wê ya Elmanya qedexe kir. Parêzerê Maria li dijî biryarê îtîraz kiriye.

Dewleta Elman ku ji sala 1993’yê ve Tevgera Azadiyê ya Kurd weke “rêxistina terorê” pênase dike, skandaleke nû li ser polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan zêde kir. Ciwanên enternasyonalîst bi hinceta ku têkiliya wan bi tevgera Kurd re hene li Elmanya hatin derxistin û ji bo demek dirêj ketina wan Elmanya li wan hate qedexekirin. Beriya niha welatiyê Îngilîstanê Matt Bromffield pêşî li ser daxwaza dewleta Elman 2 mehan li Yewnanîstanê hate girtin. Paşê şandin Ingilîstanê û 10 salan ketina herema Şengenê lê hatibû qedexekirin.

 

'Ez biryarê nas nakim'

Elmanya, aktîvîsta Spanî Maria V. di 28. salvegera qedexeya PKK ya li Elmanya de sirgûnî Spanya kir. 20 salan ketina Elmanya lê hate qedexekirin. Ev biryara ku ji aliyê Elmanya ve hatiye dayîn, ji bo qanûna "Her welatiyek dikare li her welatekî bijî" ya ku ji bo endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî paşguh dike.  Aktîvîsta Spanî Maria V. ji rojnameya me re got ku ew wê biryarê nas nake û ji bo guhertina vê biryara skandal dest bi pêvajoyeke qanûnî kiriye.

 

Di 15 saliya xwe de dest bi siyasetê dike

Maria V.  li herema Xweser a Aragonê, li Spanyayê ji dayik bûye û Spanyayê Înformatîk xwendîye. Maria di nav malbateke çepgir û demokrat de mezin bûye. Hê 15 salî bûye, bi saya malbata xwe û mirovên herema ku lê mezin bû, siyaset nas kiriye û beşdarî çalakiyên li herêmê bûye. Maria V, herêma Xweser a Aragonê ku zarokatî û ciwaniya xwe lê derbas kiriye, weke heremeke xwedî ruhê siyasî, anarşîst û kolektîf pênase dike. Marîa, da zanîn ku gelên herema Aragonê beriya deshilatdariya Franko jiyaneke xweser û kolektîf dimeşandin û anî ziman ku bi hatina Franco kolektîf a Aragona Xweser ji aliyê Franko ve hatiye hilweşandin. Marîa dibeje, di nava gelê Aragonê de fikra anarşîst, hevparî û demokratik hîn jî berdewam dike. 

 

Sivîlan ev biryar ragihandin

Maria V, biryara Elmanyayê wek skandal bi nav dike û dibêje ku ji saziya fermî yên Elmanyayê vexwendname wernegirtiye û ti dezgeheke hikûmetê jî gazî wê nekiriye. Maria anî ziman ku 3 polîsên bi cil û bergên sivîl ên li ser kolanê hatine cem wê û ev biryar jê re gotine. Ew dibêje ji ber encama biryara polîsên buroya biyaniyan û daîreya koçberiyê, ew mecbur e ku di nava 30 rojan de ji Elmanya derkeve. Û ecêba mezin jî ev e: 20 sal qedexe ye ev bikeve nav Elmanyayê. Maria wiha dipeyive: ''Dema min pirsî çima, gotin ku ji ber xebatên te yên siyasî biryareke wiha dane. Bi devkî û nivîskî ji min re gotin ku ez ji bo xebatên siyasî hatim Elmanya, ji bo PKK'ê dixebitim û bi çepên Elman re di nava têkiliyê de me. Digotin PKK 'rêxistineke terorîst e', ji bo Elmanya xeter e. Ji ber vê yekê jî ji bo Elmanyayê ez jî metirsîdar im. Ji ber vê yekê wan biryarek wiha girtiye."

Gotine tu nikarî li Elmanyayê bimînî

Maria V, anî ziman ew ji polîsên sivîl re gotiye ku ew wê biryara ku hatiye girtin qebûl nake. Polîsan jî jê re gotiye, ev biryar ji aliyê polîsên buroya biyaniyan û saziya koçberan bi hev re hatiye girtin. Li gor qanûnê tu dikarî dest bi rêya hiqûqî bikî. Û ji wê re gotine, tu ji bo Elmanya mirovekî xeter î ji ber vê yekê heta ku pêvejoya hiqûqî biqede tu nikarî li Elmanya bimînî.

 

Maria Kurdî dizane ev jî sûc e!

Maria V got, “Rast e ku ez beşdarî xwepêşandanên ji bo mafên Kurdan ên demokratîk bûme û her wiha beşdarî semîner û civînên ku hatine lidarxistin jî bûme. Rast e tevlî çalekiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî bûme. Rast e ez tevlî protestokirina ku li qetlîam û kiryarên li hember gelê Kurd jî bûm. Lêbelê, ev kiryar hemî qanûnî, destûr û li gorî qanûnên dewleta Elman in. Kiryarên ku ew îdîa dikin ne kiryarên derqanûnî ne. Hemû çalakî û çalakiyên ku behsa wan dikin ji raya giştî re vekirî ne, ku her kes, zarok jî, dikarin beşdar bibin. Min weke mirovekî bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk piştgirî da van çalakiyan. Bi navê çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, çalakiyên weke bidawîkirina şewata daristanan a ji bo parastina ekolojiyê, destekkirina kampanyaya li dijî dîktatoriyê weke neqanûnî, hewldana krîmînalîzekirina têkoşîna gelê Kurd tê nîşandan." Di nav sedemên sirgûnkirina wê de, ev jî heye,  Maria bi Kurdî baş diaxive. Marîa dibêje: ''Yanî ji ber ku ez pir baş bi Kurdî diaxivim, dibêjin ku bi Kurdan ra yekîtiyeke îdeolojîk heye. Sedemên ku hatine diyarkirin ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne. Parêzer got ku her tiştê ku wekî hincet tê dayîn di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Wî bi zelalî got ku ewê wekî sedemek ji bo derketina derve neyê hesibandin. Ez di wê baweriyê de me ku pir eşkere bibe ku di pêvajoya darizandinê de neheqî li min hatiye kirin."

 

Ditirsin ku ruhê Rojava belav bibe

Maria V, anî ziman ku sirgûnkirina enternasyonalîstên ku piştevaniya Kurdan dikin li Elmanyayê li gor xwesteka Tirkiyeyê ye û got, “Dewleta Elman a ku herî zêde nêzî Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de ye. Siyaseta derve ya li hemberî enternasyonalîstan li ser daxwaza Tirkiyeyê tê meşandin. Helbet bi taybetî di dema şoreşa Rojava de gelek ciwanên Ewrûpî çûn Rojava û têkoşîn kirin û xwe pêş xistin. Elmanya ditirse ku ev ciwan werin Ewrûpayê ji bo xwe bi rêxistin bikin û bandorê li ciwanên Ewrûpayê bikin. Naxwaze ruhê Rojava û Têkoşîna Azadiya Kurd li Elmanya û Ewrûpayê belav bibe.”

Maria V, anî ziman ku refleksên Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpayê xurt in û wiha dewam kir: “Elmanya ji vê refleksê nerazî ye. Lewma li dijî enternasyonalîstên ku destekê didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd konsepteke nû pêş dixe. Bi vê polîtîkayê re armanc dike ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd krîmînalîze bike û enternasyonalîstên hevgirtî ji têkoşîna Kurdan dûr bixe. Lê belê erka me ya enternasyonalîst ew e ku em zêdetir bi gelê Kurd re bibin xwedî helwest û têkoşîna gelê Kurd ji Ewrûpayê re vebêjin. Ji ber vê yekê diyar dike ku ew biryara dersînorkirinê ya ku dewleta Elman li ser min girtiye qebûl nakin”.

 

Pêvejoya dadgehê da destpêkirin

Maria V. nikare vegere Elmanya. Li hember biryara qedexeya ser vegera Elmanya bi riya parezerê xwe serî li Landesverwaltungsamt (Daîreya Îdareya Dewletê) daye, îtîraz kiriye. “Lê Daîreya Îdareya Dewletê biryara polîsên biyanî û Daîreya Koçê di cîh de dîtin. Li hember îtîraza min, diyar kir ku biryara wan rast e, me li dijî saziyên Elman dest bi pêvajoya dadgehê kir. Pêvejoya dadgehê niha berdewam e. Biryar di destpêka 2023 de were girtin."

Maria V. diyar kir ku biryara dadgeha Elman dê ji bo daraza Elman bibe ceribandinek û got, “Hêvîdar im ku encamek erênî derkeve. Bi qasî ku ez dizanim, ji bo cara yekem, hemwelatiyek ji welatên Yekîtiya Ewrûpî li derveyî welatek din a Yekîtiya Ewrûpî te sirgûnkirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê dadgeh vê biryara şaş betal bike. Helbet ez dixwazim bejim ku eger dadgeh bersiva neyînî bide dê ezê hemû rêyên qanûnî biceribînim û ji bo hilweşandina vê biryarê têbikoşim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.