20 gardiyanan êşkence lê kir

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:24

  • 20 gardiyanên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi qasî 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kir.

20 gardiyanên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi qasî 2 saetan êşkence li Zulkuf Kaya kir.

Girtiyê siyasî Zulkuf Kaya di dema hevdîtina heftane de ya bi malbata xwe re, diyar kir ku dema ku ew birine revîrê, gardiyanan bi qasî 2 saetan êşkence lê kiriye.

Agahiyên ku Kaya bi malbata xwe re parve kirine wiha ne: "Bila her kes zanibe, li Girtîgeha Patnosê êşkence û zilm heye. Dema ku 21’ê Hezîranê ez birim revîrê, 20 gardiyanan êşkence li min kir. Li pêş çavên doktorê revîrê êşkence li min kirin. Daxwaza me ev e ku parêzer bên girtigehê û zilma ku tên kirin, bibînin."

Malbata Kaya bang li parazvanên mafên mirovan jî kir da ku li ser meselê hestiyar û hişyar bin. 

ANF/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.