2 şervan birîndar bûn

Sêşem 30 Tebax 2022 - 21:33

  • Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker pêr li gundê Behreva yê Şengalê wesayîtek bombe kir.

Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku ev hefteyek bû, tevgera hewayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê zêde bûbû û diyar ku di êrişa hewayî ya pêr berêvarî de 2 şervanên wan ên li ser erka xwe bûn, birîndar bûne.

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker pêr li gundê Behreva yê Şengalê wesayîtek bombe kir. Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyanî da û got, “Dewleta Tirk a dagirker û qirker ev hefteyek bû li ser qada me tevgera balafirên xwe yên bi çek û bê mirov zêde kiribû. Di encama vê tevgera wan a hewayî de 29`ê Tebaxê êriş birin ser wesayîteke hêzên me ya foca 80’emîn. Di encama vê êrişa hewayî de 2 hevalên me yên ku li ser erkên xwe bûn, birîndar bûn.

Bi bêdengiyê destekê didin qirkeran 

Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi salan e kuştin û talanê dike. Van êrişên xwe jî li ber çavên cîhanê dike. Lê mixabin li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker her kes kerr û lal e. Ev jî piştgiriya wan dewletan a ji bo dewleta qirker darîçav dike. 

Bi taybetî li hemberî cîvaka me ya Êzîdî û gelên herêmê bê navberdewleta Tirk di pozîsyoneke êrişkariyê de ye û bi şêwazên cûda êrişî me dike. Bi taybetî piştî ku li Şengalê DAIŞ hat bibinxistin, bi rengekî berçav dixwaze tola DAIŞ`ê ji gelê me hilîne. Bi vê helwêsta xwe, ji roja fermanê ve bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û li dijî mirovahiyê gelê me û pêşengên me yên ku li hemberî DAIŞ`ê serketin bi dest xistine, dike armanc û şehîd dike. Bi taybetî di Tebaxê de van êrişên xwe li hemberî civaka me ya Êzîdî pêk tîne, bi van êrişan jî dixwaze tirsê, bêîradehiştinê çêke, civaka me vegerîne rewşa koletiyê û bê nasnametiyê bi pêş bixe. Ji êrişên xwe yên li hemberî Mam Zekî heyanî Seîd Hesen, Nexweşxaneya Sikîniyê û ya Behrewa armanca wan ev e.”

Êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê ji hev ne qut in

Di dawiyê de YBŞ´ê got, “Em parêzvanên gelê xwe ji bo parastina nirx û pîroziyên civaka xwe berdêl çi dibe bila bibe ji bo dayînê em amade ne. Me ev di roja fermanê de jî raber kir û emê ji îro şûn de jî raber bikîn. Ji ber ku ferman û komkujî ji Bakurê Kurdistanê heyanî Rojava, Zaxo, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji hev ne qût in. Êriş li dijî tevahiya gelan e. Li dijî tevahiya axa Iraqê ye. Ji bo wê jî divê gelên herêmê bi tifaqeke mezin li hemberî vî dijminê xwînxwar rabin û rê neyê dayîn ku kesek vê axa pîroz dagir bike.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.