1’ê Îlonê bi şer û tecrîdê tê pêşwazîkirin

Şemî 31 Tebax 2024 - 02:35

  • Jinên Rojnameger ên ku bal kişandin ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî diyar kirin heta ku şer, tecrîd bi dawî nebe aştî nayê û wiha gotin:” Em 1’ê Îlonê di nav şer de û di binê tecrîdê de pêşwazî dikin. Lê belê ew ê têkoşîna me ya ji bo aştiyê her tim dewam bike. ”

ROZA METÎNA / AMED

Bi salan e li cîhanê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pêşwazîkirin. Lê belê li her aliyê cîhanê komkujî, şer û pevçûn dewam dike. Bi taybet êrişeke dijwar li ser jinan û destkeftiyên wan tê kirin. Di salên dawî de bi hezaran kes hatin kuştin û şer tê gurkirin.

Rojnameger Mizgîn Tabû û Medîne Mamedoglu têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî aixvîn. Rojnameger Mizgîn Tabû êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî ya van demên dawî ya bi destê AKP-MHP’ê bi bîr xist, peyva ‘’Pêşî Peya’’ bi talîmata Wezareta Karê Navxwe yê Tirk hatiye jêbirîn û got,’’Di van demên dawî de gerandina govendê ya Kurdî wek sûc hat dîtin û kesên ku govend gerandin hatin girtin. Xebatkarên kurd ên li Nevşehîrê yên unîformayên Amed Sporê li xwe kirin bi êrîşa komeke nîjadperest rû bi rû man û bi ser de jî piştre hatin girtin. Di 21’ê Tebaxê de ji ber ku li parka Balikesîrê sê kedkarên inşaatê yên kurd li muzîka Kurdî guhdarî kirine hatin binçavkirin û girtin. Li Tirkiyeya ku mafên mirovan lê tê binpêkirin em 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bi vî rengî pêşwazî dikin. Em 1’ê Îlonê di nav şer de û di binê tecrîdê de pêşwazî dikin. ‘’

Gelek rojnamevan girtî ne

Mizgîn da zanîn gelek rojnameger 1’ê Îlonê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha pê de çû:”Mixabin hevalên me yên rojnameger jî wek rojên din wê roja aştiyê di girtîgehê de derbas bikin. Ji ber ku li Tirkiyeyê azadiya derbirînê û çapemeniyê tune ye, ji ber nivîs û gotinên xwe bi neheqî û bêhiqûqî di girtîgehê de tên girtin. Bi dehan hevrêyên me hene ku bi salan di girtîgehê de ne û ji ber ku nûçeyên derew nedane, nûçeyên rast ragihandine ji jiyana xwe ya civakî qut bûne. Hêvîdar im di rojên azad de, nûçeyên xwe bi azadî binivîsin û di nav me de bin.”

Li gel tecrîdê normalîzebûn nabe

Mizgîn bi domdarî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist, diyar kir ku hevdîtin bi Ocalan re pêk were wê normalîzebûn çêbibe û got,’’Hatina gel hevdu ya îktidar û mûxalefetê ez nikarim wekî normalbûnê bibînim. Dema mijar dibe Kurd, li pişt deriyan tên cem hev. 

Mizgîn da zanîn ji bo aştiyeke mayinde xurtkirina mafên jinan gelekî girîng e û got,’’Ji bo cîhanek aştiyane parastin û xurtkirina mafên jinan xwedî girîngiyeke bingehîn e.”

Tovên faşîzmê têne reşandin

Rojnameger Medîne Mamedoglu berbelavbûna pergala mêtinger bi bîr xist û got,’’Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye. Em jinên rojnameger, bi taybet jî jinên Kurd ên rojnameger li qadan dibînin ku aştî çiqasî ji bo gelan girîng e.’’ Mamedoglu bi domdarî got, ew bi sifetê xwe yê rojnamegerî li gel aştiyê ne û hesret in ku di atmosfera aştiyê de nûçeyên xweşik û berxtewar çêbikin.

Medine bal kişand ser polîtîkayên qirkinê yên Tirkiyeyê û got,’’Sîstema bi şer û xwînê xwe xwedî dike dijminê aştiyê ye. Ev sîstema ku naxwaze meseleya Kurd çareser bike daxwazên aştiyê jî nabîne. Loma jî ev sîstem sûcên mîna tayinkirina qeyûman, şer û binpêkirina mafan dike. Loma jî toximên netewperweriyê tên reşandin û ev jî dibe sedema faşîzmê.” Medine da zanîn tecrîda li ser Rêber Ocalan û ev li pêş aştiyê astengeke mezin û got,’’ Peywira me ya rojnamegeran jî ew e ku em daxwaza aştiya civakî bê zirar ji raya giştî re ragihînin û piştgiriyê bidin têkoşîna di vê rêyê de.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.