19 dibistan bê perwerde man

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 01:23

Ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di 20ʹê Mijdarê de, ji 461 dibistanên li kantona Kobanê, 16 dibistanên nêzî eniyên şer girtin. Ji wê demê ve xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

Ji ber êrişan dibistana gundê Koranê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi temamî hilweşiya.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ragihand ku di encama êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker de, dibistanên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Xerbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaretê, Boban, Beyade û Çilxilo yên seretayî hatine hilweşandin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku li ba desteyê jî ti alternatîfa ji domandina proseya perwerdeyê tine ye û dema vekirina dibistanan hîna diyar nebûye.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.