17’ê Sibatê biherikin Kolnê

Şemî 3 Sibat 2024 - 00:15

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 69’an de berdewam dike. Li Ewrûpayê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan dane destpêkirin, Kurd û dostên xwe li ser piyan in. Herwiha amadekariya meşa mezin a 17’ê Sibatê dikin. 

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, peyamek weşand û wiha got:“Em bi hemû meclîs, komîsyon, komun, dost û hevalên xwe re ji bo azadiya Rêbertiya xwe bi rêxistinbûyîn cihê xwe di meşê de digirin. Em ê bi girseyî biherikin Kolnê. Em bang li her kesî dikin ku tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Hemû meclîsên me rewşa awarte ragihandine û girani dane li ser vê mijarê. Divê li hemû welatan meclîs, pêkhate û avahiyên me yên komunan bi lez û bez kar û xebatê xwe bigihînin asta herî bilind. Bi taybetî di navbera 1-17’ê Sibatê de hemû xebat û çalakiyên heremê bidin sekinandin û bi hişmendiya ku xebata sereke çalakiya 17’ê Sibatê ye tevbigerin. Divê em di serdema nû de bi zêdekirina heval û dostên xwe ji bo qelskirina dijminên xwe bêhtir bixebitin. Bi vê bawerî û biryarê em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe yê welatparêz, jin, zarok, extiyar û ciwan û hemû gel û dostên xwe dikin ku bi girseyî beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bin.”

Ciwanên Kurd ên li Hollandayê jî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dadikevin qadan. Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda bi dirûşmeya "Xwe bi rêxistin bike, ber bi rêwîtiya azadiyê ve bimeşe" wê meşa dirêj dest pê bike. Meş wê îro li Zaandamê dest pê bike û 4'ê Sibatê li Amsterdam/Mûseûmpleînê biqede.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.