15 sal ji bo ‘Kuvarikên Fantastîk’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:42

Hinek ji me ji kuvarikan hez dikin û hinek ji me hez nakin. Hezar cûreyên wan hene, yên bi jehr û yên bê jehr jî.

Louie Schwartzberg, dinyaya kuvarikan ya veşartî dişopîne. Ew çawa mezin dibin û di pêvajoyeke çawa re derbas dibin yek bi yek nîşan dide. Ew li studyoyo mala xwe bi vîdeoyên bilez, kêlî bi kêlî dîmenên kuvarikan digire û van dîmenên digire, dike belgefilm. Derbarê kuvarikan de nihêrîneke cihê pêşkeşî me dike û dike ku em li ser mezinbûna wan bifikirin. Ew vî karî birêkûpêk û  profesyonel dike.

Teknîka ‘time-lapse’ bi kar tîne

Derhêner Louie Schwartzberg sala 2019’an derbarê kuvarikan de bi navê “Fantastic Fungi” (Kuvarikên Fantastik) belgefilmek çêkiribû. Ev belgefilma wî li ser Netfilixê jî hat weşandin. Belgefilma wî ji hêla sînematografiyê ve bêhempa ye û dîmenên xwe bi teknîka “time-lapse” girtine.  Schwartzberg, niha jî dîmenên pişt kamerayê parve dike û ev dîmenên pişt kamerayê keda 15 salan a ji bo vê belgefilmê nîşan dide. Li pey kuvarikan 15 sal, ji mirov re xerîb e, lê ew dîmenên ku em di nav çend kêliyan de li wan temaşe dikin, girtina wan bi salan didome. 

Dîmenên kuvarikan li stûdyoyê digire

Kuvarik di nava xwezayê de çêdibin. Li derve şopandin û girtina dîmenên wan ya kêlî bi kêlî zehmet e. Her wiha şert û mercên hewayê jî li hember sazkirina ronahiyê û kemarayê dibin asteng. Di nav atmosefera xwezayî ya kuvarikan de girtina dîmenan ji bo Schwartzberg gelek zehmet bû. Lewma jî ew li stûdyoya xwe bingehekê ji bo belgefilma xwe amade dike: ronahiyeke baş û ji bo dîmenana bigire “intervalometre” (pîvana navbera kêliyan). Di her 15 deqeyan de tenê kêliyeke wêne kir. Ew di nav 24 saetan de bi tevahî 96 kare (çarçik) digire. Ev jî dike 4 sanîye. Yanî ew di rojekê de tenê dikare 4 saniyeyan bigire. Mirov ji vê tê derdixe ku derhêner karekî zehmet dike.

Mirov fêm dike ka ev belgefilm çima 15 salan didome. Ji lewma jî êdî mirov matmayî namîne.

Ji bo min bûye karekî manewî

Schwartzberg, di videoya pişt kamerayê de dibêje, “Ez sibehan goşeyên kamerayê û kêşanên xwe eyar dikim û bi şev jî kontrol dikim.” Schwartzberg wiha didomîne, “Piştî demekê ev ji bo min dibe karekî manewî, her sibeh ew min ji xew şiyar dikin. Ez çarçove û kompozîsyona xwe eyar dikim. Divê ez zanibim du roj şûnde yan jî hefteyekê paşê dê kuvarik bikevin rengekî çawa, hewce ye ez vê yekê xeyal bikim. Ev tişt ezmûn û cerebeyeke zihnî ye jî ji bo min, divê zanibim kuvarik kêngî mezin bibin û bejna wan çiqasî dirêj dibe. Ji bo vê yekê, ez carê mecbûr im bi lez tevbigerim, heger li hin ciyan şaşîtiyan bikim, dibe ku dîsa vegerim serî û ji nû ve dîmenên wan bigirim.”

Li gel sînematografiya wê ya xweşik kesên pispor, zanyar û mîkolog (kuvariknas) jî di belgefilmê de derbarê kuvarikan de şiroveyan dikin. Bi vî awayî Schwartzberg, çarçoveya belgefilma xwe hîn xurttir dike û mirov fêrî feydeyên kuvarikan dibin. Her wiha bandora wan a li ser çand û manewiyata mirovan jî tê şirovekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.