146 kesûkarên DAIŞ´iyan dan Tacikistanê

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:30

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser doh 42 jinên DAIŞ´î û 104 zarokên wan li gorî peymaneke fermî radestî Tacikistanê kirin.

Şandeyeke ji Tacikistanê bi serkêşiya balyozê Tacikistanê yê li Kiwêtê Zabidullah Zabidov serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt û endamê Desteya Rêveberiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.

Daîreyê li gorî peymana fermî ya di navbera her du aliyan de, 42 jinên DAIŞ´ê û 104 zarokên wan yên ji Tacikistanê yên li kampên Roj û Holê, radestî şandeyê kirin.

Piştî îmzekirina belgeyê, civîna çapemeniyê li dar ket. Fener El-Giêt got, "Ev ne serdana yekemîn e. Jixwe, me behsa rewşa Sûriyê bi giştî û xeterên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên herêmî yên li ser herêmên me kir. Di nîqaşan de şandeyê qebûl kir ku zarok û jinên DAIŞ`ê vegerîne welatê wan."

Balyozê Tacikistanê yê Kiwêtê Zabidullah Zabidov jî got, "Balyozxaneya Komara Tacikistanê ya dewleta Kiwêtê dê her tim jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî vegerîne welatên wan."

Balyoz malavahiya Rêveberiya Xweser kir ji ber ku di dosyaya vegera malbatên çeteyên DAIŞ`ê ber bi welatên wan ve, alîkar e: "Ji beriya demekê ve ji bo vegera wan jin û zarokan ber bi Tacikistanê ve, em bi aliyên peywendîdar re tedbîran digirin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.