14 dagirkerên din kêm bûn

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên dawiyê, 14 leşkerên Tirk ên dagirker ên din jî kuştin. 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên dawiyê, 14 leşkerên Tirk ên dagirker ên din jî kuştin. Wan 2 çeper û mobesseye îmha kir û derb li helîkopterekê jî xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got, "Tîmên me yên bi tevger bi çalakiyan 14 dagirker ceza kirin, 2 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse îmha kirin û derb li helîkopterekê xistin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Xakurkê

18'ê Tîrmehê saet di 18:00´an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran 2 çeper îmha kirin. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê sîstemeke kamera ya mobesse îmha kir.

Li Metînayê

18'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe bikin, hêzên me bi sabotajê çalakî kir û 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 18:50'î û 19:15'an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi seknaviyê 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me komek ji dagirkeran xistin bin kontrola xwe û piştre bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.

18'ê Tîrmehê saet di 20:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, hêzên me li helîkoptereke Skorsky a ku hewl dida xwe li qadê deyne û li dagirkerên derdorê xist. Di encama vê çalakiya sekvaniyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Helîkoptera ku derb ji hêzên me xwar, neçar ma ji qadê biçe.

Merwan Baz şehîd nebûye

HPG´ê her wiha agahiyeke şaş jî sererast kir û got, “Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Tîrmeha 2022'an de me ragihandibû ku 14'ê Nîsana 2022'an di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li herêma Zapê hevrêyê me Mervan Baz (Şehmûs Akkoyûn) şehîd bûye. Hevrêyê me şehîd nebûye, lê li ser erka xwe ye. Em vê agahiya şaş sererast dikin û ji malbata wî û gelê xwe dixwazin li me negirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.