130 hezar pirtûk di pêşangehê de hebûn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 05:15

  • Endamê Komîteya Amadekar a pêşengehê Ebdullah Şêxo destnîşan kir ku 6`emîn pêşengeha pirtûkan armanc jê ew e ku çanda xwendinê li herêmê berfireh bikin û destekdayîna nivîskaran û xwendevanan bikin.

XALID ETÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Bi destekdayîna Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serperiştiya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê, duh na pêr Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ya 6’an bi dirûşma "Pirtûk samanê cîhanê ye" li bajarê Qamişlo li hola Zana dest pê kir. Her wiha bi hezaran kesayetên çandî lê hazir bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a pêşengehê Ebdullah Şêxo destnîşan kir ku 6`emîn pêşengeha pirtûkan armanc jê ew e ku çanda xwendinê li herêmê berfireh bikin û destekdayîna nivîskaran û xwendevanan bikin.

Şêxo piştrast kir ku Ev pêşangeh li herêmê pêşveçûneke çandî ye, ji ber ku herêm berî sala 2011`an hatibû paşguhkirin û qada çandî û wêjeyî tenê bi paytext û bajarên mezin sînordar bû ku di encamê de nivîskar û xwîner neçar bûn biçin wir. Li gorî Şêxo piştî şoreşê rewş hate guhertin û gelek pêşangeh û çalakiyên li dar dikevin.

Têkildarî rewşa wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxo diyar kir ku li gel şert û mercên şer, û koçberiyê de, pêşangehê ji sala 2017`an ve armancên xwe pêk anîn û wiha domand: “Rewşa pirtûk û xwendinê li herêmê baş e û bi rêya lidarxistina çalakiyên hunerî û pêşangehan mîna ya şehîd Herekol ber bi rewşeke baştir ve dewam dike.”

Zêdetirî 50 weşanxane, nivîsgeh, saziyên çandî û navendên lêkolînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Lazîqiyê, Iraq, Başûr û Bakurê Kurdistan, Misir, Tirkiye, Balçîka û Ewropayê beşdarî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk bi 13 hezar serenavên çandî, dîrokî, wêjeyî, siyasî û civakî hene. Her wiha di pêşangehê de ji bo pirtûkên jin û zarokan bi zimanên Erebî, Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Ingilîzî û Fransî beş hatin vekirin.

 

Rexneya bihabûna pirtûkan

Têkildarî buhaya pirtûkan, Şêxo da zanîn ku rexneyên ji bo bihabûna pirtûkan di cih de ye û wiha domand: “Lê belê asta kirîna pirtûkan ji aliyê xwîner ve kêm e. Her wiha pelik ji derve tên. Li aliyekî din, piraniya pirtûk li derveyî Sûriyê tên çapkirin. Ji ber wê lêçûna anîna wê û mafên belavkirinê lê zêde dibe.”

 

Tevî hemû astengiyan

Şêxo wiha domand: “Li pêşiya pêşangehê gelek astengî û pirsgirêk derketin. Di gel ku dorpêç û girtina dergehan ku bû sedem gelek weşanxaneyên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê tev li pêşangehê nebin, pirsgirêk û lêçûna anîna pirtûkan ji dewletên din û li aliyekî din jî anîna pirtûkan ji herêmên hikumeta Şamê destûrê dixwaze û dibe jî ev destûr neyê dayîn. Lê belê tevî hemû van astengiyan jî me pêşangeh vekir.” 

Di pêşengehê de panel, şahiya îmzekirina pirtûkan, berhemên hunerî, muzîk, pêşbirkên çandî û belavkirina pirtûkan weke xelat li ser mêvanan têne lidarxistin. 

Her wiha biryar e ku pêşangeh di 29`ê Cotmehê de bi xelatkirina nivîskar, wêjevan û weşanxaneyên ku beşdar bûne, bi dawî bibe. Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişlo sala 2017`an ji bo bîranîna nivîskar û têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) ku di sala 2016’an de şehîd bû, hate lidarxistin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.