12 şêwekar û 70 tablo li dijî şidetê

Nûçeyên Jin

În 9 Kanûn 2022 - 05:49

  • Li Silêmaniyê hunermendên jin li dijî şideta beramberî jinan çalakî berhemên xwe li pêşangehekê nîşandan. Hunermend dibêjin, ew bi berhemên xwe rewşa jinan, têkoşîn û hêza wan nîşan didin. 

Li koşka spî ya Yekitiya Niştimanên Kurdistanê ya YNK’ê di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojan a li dijêî şideta beramberî jinê de çalaki hatin organîze kirin. Rêxistina bi navê Hana Kurd li hember şideta li jinê tê kirin, pêşangeheke taybet bire serî. Di pêşangehê de gelek tabloyên jinên şêwekar hatin nîşandan. Tabloyên ku di pêşangehê de cih girtin rewşa jinan ya di nav civakê de tînin ziman. Bi vî awayî şideta li hemberî jinê rexne kirin.

12 şêwekar bi 70 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Kesên beşdarî pêşangehê bûn, bêhtir jinên ciwan bûn û di tabloyên xwe de bi fikrên xwe yên li ser jinan anîn ziman.

 

‘Serpêhatiya jinan bandorê li ruhê mirovî dike’

Şêwekar Emel Hemesalih a ku bi 8 tabloyan beşdarî pêşangehê bû, derbarê pêşangehê de got, “Ez bi 8 tabloyan beşdarî pêşangehê bûm û pirraniya tabloyên min, behsa jinan û xwezayê dike. Tabloyeke min heye, jineke Kurd vedibêje. Ew jineke kedkar e û bi her awayî serketî ye. Ez bi riya tablo û neqişandina wêneyan êş û hêza jinan derdixim. Ev bi awayekî bandorê li ser ruhê mirov çêdike û wisa dike ku êşên jinan werin hîskirin. Pêşangehên bi vî awayî gelek baş e ku werin vekirin û divê çalakiyên bi vî rengî zêdetir werin lidarxistin, da ku pêşî li şideta li hemberî jinê were girtin”.

 

Hêza jinê ya di pêşangehan de

Şêwekar Xelat Hesên jî derbarê beşdarbûna xwe ya pêşangehê de got, “Ez ji Derbendîxanê bi 5 tabloyan beşdar bûm, tabloyên min bi pirranî Kurdewarî ne û behsa xwezaya Kurdistanê dikin, hinek tabloyên min ên din behsa jin, hêz û jîrbûna jinan dikin. Em weke şêwekar bi tabloyên xwe behsa rewşa jinan dikin. Gelek giring e ku pêşangehên bi vî awayî ji bo jinên ciwan werin lidarxistin. Em bi vî awayî hay ji hêza xwe çêdibin. Her wiha bi riya pêşangehan xelk jî di hin meseleyan dikare bigihîjie û li ser wan bifikire.

JÎNHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.