- Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin cejna qurbanê yanî cejna haciyan li civaka Kurd pîroz kir û agahî li ser alîkariyên îsal bi me re parve kirin.
MURAT MANG
Bi boneya Cejna Haciyan, Heyva Sor a Kurdistanê îsal jî li Ewrûpayê alîkariya madî berhev kir û da zanîn ku ew ê 100 hezar euroyê weke alîkariya qurban hatiye berhevkirin, ji malbatên hewce yên li Kurdistanê re bişîne.
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin cejna qurbanê yanî cejna haciyan li civaka Kurd pîroz kir û agahî li ser alîkariyên îsal bi me re parve kirin.
Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku wan weke her sal, îsal jî kampanyaya alîkariya qurbanan daye destpêkirin û ew ê alîkariya qurbanan dîsa bigihînin malbatên şehîdan, yên girtiyên azadiyê û malbatên mexdûrê şer û hewce yên li Kurdistanê. Wî da zanîn ku ji îro (roja cejnê) û pê ve di cejnê de alîkariyê ew ê belav bikin.
Wî got, “Ji Fransa, Swîsre, Awusturya û Elmanyayê bi rêya saziyên me heta niha me 100 hezar euro alîkarî şand Kurdistanê. Komîteyên me yên li wir wê roja cejnê (îro) belavkirina wan alîkariyan organîze bikin. Alîkarî diçin ji malbatên şehîdan, yên girtiyan û malbatên ku bûne mexdûrê şer û hewcedariya wan bi alîkariyê heye.”
Heta cejn bi dawî bibe alîkariyan qebûl dike
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin da zanîn ku kampanyaya wan wê heta roja dawî ya cejnê jî dewam bike û got, “Kesên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin di ser hesabê me yê bankê, bi rêya hesabê me yê PayPalê û bi rêya komîteyên me yên li devaran alîkariya xwe ya ji bo qurbanê bidin. Em ji vir malavahiya her kesî dikin ku alîkairya xw eya qurbanê îsa bi rêya me dan. Em cejna miletê Kurd û temamê bawermendên Misilman jî careke din pîroz dikin. Bila cejn bike ku aştî, azadî û aramî peyda bibe.”