100 gund bê ceyran mane

Çarşem 15 Çile 2025 - 02:50

Di 18ˋê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê Til Temirê hedef girtibû. Di encamê de xetên ceyranê yên Til Temirê hatin wêrankirin. Di encama vê êrişê de stasyona ceyranê ji xizmetê derket û bi wê re ceyrana li ser navenda bajêr û zêdetirî 100 gundên li gundewarên wê qut bû.

Derbarê mijarê de hevserokê Navenda Ceyranê ya Til Temirê Emîn Mosqelî diyar kir ku ji ber êrişên bênavber li dijî xetên ceyranê krîz zêdetir dibe û hewldanên sererastkirinê jî rûbirûyî xeteriyê ne û got:"Di her cara ku tîmên sererastkirinê berê xwe didin stasyonê ji bo ku çêbikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser wan hedef digirin. Bi wê re neçar dibin ku paşde vegerin." Mosqelî diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku stasyona Til Temir û xetên ceyranê tên hedefgirtin, beriya wê bi 34 caran hatiye hedefgirtin. Mosqelî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker berê jî gelek sûcên mezin pêk anîne, ava bîrên Elokê l iser Temirê û bajarên Hesekê û gundewarên wan qut kiriye. Niha jî heman siyasetê dimeşîne.

Divê destwerdanê bikin

Tevî rewşên zehmet, Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê ji bo sivikkirina êşên xelkê hewldanên xwe dike. Mosqelî diyar kir ku deste ji stasyona ceyranê ya li gundê Eb El Tînê, ku ceyrana xwe ji stasyona bendava xerbî Hesekê digire, di hefteyê de 3 saetan ceyranêê dide bajêr û gundewarên wê. Ew hewldan tenê ji bo rewşên awarte ne. Li hember van binpêkirinan Mosqelî bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên herêmê rawestînin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.