10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed! (231)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:15

 Bizûtnewey Kurd le Turkiya (2)

Qazî: Belam bo rojnamenûsêk muşkîle nîye.

Sîvan se'îd: Reng e bo rojnamenûsêk şeraytî xoy hebê ke min zor dilniya nîm lêy. Natwanim leserî bidwêm.

Qazî: Zor başe êsta bêyne ser basekey xoman, wate têzekey berêzt. Min ke çawim le abstrukt/ helêncawekey kird lewêda delêy bizûtnewey nîştimanî Kurd ya bizûtnewey neteweyî Kurd  le sedey bîstem be taybetî le Turkiya, ke lewêda deîy Turkiya û ba ême lêre bilêyn Bakûrî Kurdistan tûşî şikan bûwe. Mebestit lewe çîye? Boçî ew bizûtneweye le sedey bîstem da be bizûtneweyekî têkişkaw debînî? 

Sîvan se'îd: Xeber bûnewey ew gelaney Rojhelatî Nawîn bo ewey şitêk durust bibê ke copy paste kî xirapî Urûpaye ewîş pêy degutrê dewlet netewe, Kurd le duway hemwan xeberî bûwetewe û le duway hemûyan hestawe bewey ke sitatoyek bo xoy durust ka be nawî dewlet netewe. Yenî katêk Kurd be xoy zanîwe seyr dekat 'Ereb xerîke dewlet netewey xoy durust deka le ser rêye, Turk be heman şêwe, Fars be heman şêwe ta radeyek û ew dewletane bûn be dewlet neteweyekî yekangîr, Kurd lew piroseye da duwa kewtûwe bo ewey bigate ew sitatosey ke dirawsêkanî heyane pêy wa bûwe baştirîn rêga eweye ke şwênpêy helbigrêt belam leber ewey taze direng kewtûwe we şwênpê helgirtinî ewan be hêzêkî kemtir le wan ke taze bûn be dujmin lêy be teknîkêkî ze'îftir le teknîkî ewan hemîşe mehkûme be şikist. Mixabin şorişe yek le duway yekekanî gelî Kurd nek tenha le Bakûrî Kurdistan belkû le her çuwar beşî Kurdistan  hemîşe heman heleyan dûbare kirdûwetewe. Hemîşe heman taqîkirdneweyan kirdûwe belam mixabin çawerêy encamî ciyawazyan kirdûwe.

Qazî: Başe belam ewe le rûy tîorîyewe hêndêk pirsyar dênête gorê. Bo numûne ême detuwanîn le zemanî mîrekayetîyekan da ke le Bakûrî Kurdistan û le Turkiya hebûn, le sedey bîstemîş, detuwanîn basî nasyonalîzmî kurd be manay akadêmîkekey bikeyn?  

Sîvan Se'îd: Akadêmiya zor be çirî qise le ser nasyonalîzm dekat. Hez dekem şitêkî intresting bilêm ewaney ke xebîrin le buwarî nasyonalîzimda bo wêne wekû Smith, wekû Kedûre, we ew nawaney ke lêre pêwîst naka emin serî êwey pêwe bêşênim, Gellner û her hemûyan hîçyan îmanyan bewe nîye ke nasyonalîzm şitêkî pozîtîve belam ewan wekû xebîrêk qiseyan kirdûwe le ser binemay ew toorîye komelayetîyaney ke xoyan şiroveyan le ser kirdûwe. Ême eger qise le ser nasyonalîzmêk bikeyn ke premordial e ya nasyonalîzmêk ke êsta modêrn nasyonalîzm e ya êtno nasyonalîzm e, nasyonalîzmî seretayî, nasyonalîzmî modêrn / taze  hîçyek lew eproçane, lew nizîkayetîye teqrîbîyey ke nasyonalîzm bo tefsîr kirdinî gelêk ke aya ewe nasyonalîst gelin yan tenha personal nasyonalîst yan heye yanî xelkêkî kem wekû individual wekû tak nasyonalîstin. Gelî Kurd  lewe da, hîçyek lew têowrîyaney be ser da tetbîq nakrê. Be rastî her çonêk seyrî dekey le her parçeyekî da. Qetî'eyek heye  ke be hoy ewey ke dewlet netewe durust bûwe emane wekû kemayetî le naw ew wulatane da hîsab kirawin, kîmlik û aydêntîtiyan be şêweyek gorawe, be şêweyek tesîrî hatûwete ser ke zor narehete ke bituwanin nasêney yekgirtû bo xoyan durust ken le lihazî ziman, zimanî ciyawaz, le lihazî elfubêt, sê elfubêtî ciyawaz heye bo Kurd. Elfubêtêkî 'Erebî, elfubêtêkî Latînî, yanî karêk kirawe ke nasyonalîzm bew tîoryaney ke ême hemane le ser nasyonalîzmî Kurdî da bew hasanîye tetbîq nabê ke ême bilêyn kameyek le çi parçeyek da ême çi tîorîyek yarmetîman deda û komekman deka bo ewey em nasyonalîzme bixwênînewe. Lêrewe piratîkî hewil danî gelî Kurd wekû hereketekan, eger hereketêkî lokalî bûbê yan lanî kem hereketêkî herêmî bû bê kemtir hereketêkî nasyonalî û serapagîr bûwe û hemîşe bew mêtod û kerestane xebatyan kirdûwe ke dujimnekanyan kirdûyane belam be kemîyetêkî kemtir û ze'îftir û be bê dîplomasî karêkî kirdûwe ke hemîşe mehkûm bûn be şikist. Eger ême nimûne bênînewe be şêx Se'îd, be  Seyd Reza, be şorişî Agrî dax û heta berêz Mela Mistefa  axir daneyane. Hemûyan mehkûmin be şikist, lewe da mehkûmin be şikist ke heman mêtodî pêşûy xoyanyan be kar hênawe ye'nî kurî babî xoyan bûn be zimanî Kurdî bêjm. Hemû ew helaney ke berêz şêx Se'îd kirdûyetî, Seyd rezaş kirdûyetî duway çend salêk. Qazî Mihemedîş kirdûyetî duway çend salêk hemû ew xeyale kilasîkiyane ke êmeş dewletêkman hebê leser esasêke, be bê preparation, be bê amade kirdinî xelik bo ewey ke bituwanin le hîsabî xoyan der bikewin, hetmen wextêkî destekî dereweş hebûbê  belam destekêkî kem bûwe, bo taktîk bûwe nek sitratîc boye mehkûm bûn be şikist boye poyintî dukturayekey min lêrewe dest pêdeka. Pirsyareke eweye em şikistane bo? Û aya çon em şikistane pêwîste bigorêt.

Qazî: Başe êwe ewe le qalbêkî tîorî da bastan kirdûwe, belam wek dezanîn, wek basîşt kird le ser çemkî nasyonalîzm  le nêwan zanayan û zanistkaranî  komelayetî û komelnasî da boçûnî ciyawaz heye wekû îşaret pê kird. Bo wêne Antony Smith corêkî debînê, Ernest Gellner mumkîne be şêweyekî dîkey bibînê be taybetî tîorî Gellner ke hûwîyetêk le beranber hûwyetêkî dîke da durust debê zor kes eweyan la pesinde le pêwendî legel meseley Kurd da. Demewê bizanim le çuwarçêwey ew lêkolîneweyey berêzt da eto kêhe lew mektebanet le ber çawe?

Sîvan Se'îd: Belê eger min beşî Kurdistan le Bakûr hîsab kem leber ewey emin le nîtaqêkî akadêmî da qise dekem egerçî her be zorîş bê qisem leser komarî Mehabad kirdûwe û durust bûnî beşêk le Kurd bûnêk ke sinûreke nanasê belam mixabin durust bûnî Partî Dêmokratî Kurdistanî Iraq wekû McDowellîş qisey le ser deka pêlênanêke yan tebrîk danêke bewey ke belê ewe sinûrêke heye, ewe Kurdistanî Iraqe, û ewe Parti Dêmokratekeyetî, emeş Kurdistanî Irane û eme Partî Dêmokratekeyetî ewe lewê pîçîdeye belam beşî Bakûrî Kurdistan ziyatir le ber ewey legel Turk da dergîr bûn, ke dewletêke, detuwanim bilêm nizîktirîn eproch ke bîxwênînewe modêrn eproch e  bo ewe yanî teqrîbî û nizîk bûnewey modêrne bo nasyonalîzm, bo ew wez'e. Belam wekû hazir, huzûrî xelkî Kurd bo têgeyiştin le eprochî modêrn ke çon netewe durust dekrê, prosey neyişn bîldîng ya steyt bîldîng be her dû barekey da Kurd xiyabêkî zor zor îfîzahî hebûwe le sed salî rabridû da.

Dirêjey heye..

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.