Witwêj legel Dr. Sîvan Se'îd sebaret be têzî dukturayekey “Bizûtnewey Kurd le Turkya” ke salî 2014 pêşkêşî kirdûwe be zankoy Exeter le nawçey Dêvon le Birîtanya. Em bernameye le 27-î Decemberî 2015 aste kirawe û êwarey Yekşeme 3-î Janvîyey 2016 bilaw krawetewe
Hesen Qazî: bîneranî berêz bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se'îd û le bernameke da basî têzî dukturayekey dekeyn ke le salî rabridû, le salî 2014 ke de rastîda dekate pêrar, çunke salî tazeye êsta, pêşkêşî kirdûwe le zankoy Exeter le Birîtanya. Zor zor bexêr bêy berêz Se'îd.
Dr. Sîvan Se'îd: zor spas
Qazî: Pêş ewey ke dest be qisekanman bikeyn eger îcazet le ser bê,kurteyek cenabt be bîneran binasênim. Dr. Sîvan Se'îd akadîmîsyenêkî gencî serbexoy Kurd e be reçelek xelkî Rojhelatî Kurdistan e. Xwêndinî seretayî û nawendî le kempî zoremilî penaberan le nizîk Silêmanî xwêndûwe û piley lîsansî le buwarî komelnasî le zankoy Selahedîn le Hewlêr- Kurdistan wergirtûwe, le salî 2001 wek penaber çûwe Birîtanyay mezn û lew demîyewe le şarî Wolverhampton dejî, diyar e êsta pêm waye le wê nemawe. Duway xwêndinî zimanî Inglîsî le çend salî yekemî jiyanî le Birîtanya le nêwan salanî 2004 ta 2008 pileyekî dîkey lîsansî wergirtûwe û duwaye derecey mastirî le komelnasî da wergirtûwe le zankoy Wolverhampton. Dr. Se'îd le salî 2014 wekû basim kird le buwarî siyasetî Rojhelatî Nêwerast le zankoy Exeter PhD wergirt. Le zankokanî Birîtanya û le derewey ewê dersî wtuwetewe, wek çalakêkî mafî mirovîş karî kirdûwe û le nêwan salanî 2008 ta 2010 le Rojhelatî Nêwerast de çuwar çêwey rêkxirawî na hukûmî da pirojey berêwbirdûwe û be sê zimanan wutarî bilaw kirdûwetewe û le konfiransî neteweyî û nêwneteweyî wate le Birîtanya û derewey Birîtanya sebaret be dozî Kurd û babetekanî dîkey lemer Rojhelatî Nêwerast beşdarî kirdûwe. Kitêbekey be nawî " Bizûtnewey Kurd le Turkya " le salî 2016 le Birîtanya bilaw debêtewe. Diyar e wek debînin ewe têzî berêzyane [laperekanî kitêbeke ke le întirêtewe pirînt kirawe nîşan deda] " Bizûtnewey Neteweyî Kurd le Turkya, le PKKewe ta kû KCK". Berêzyan ew berhemey wekû basim kird le mangî Septemberî salî 2014 le zankoy Exeter pêşkêş kirdûwe. Le dirêjey bernameda boxoy ziyatir lem bareyewe dedwê.
Ber le hemûştêk lêre da bas kira – çunke em bernameyeman le mangî Janvîye da bilaw debêtewe – kitêbeketan le salî 2016 da wek kitêb çap debê. Kengê derdekewê?
Sîvan Se'îd: Zor spas bo bînerantan. Ew kitêbe ke wekû têz nûsrawe her çende hendêk kemayesî têdaye û hendêk pêwîstî be update heye eger wekû kitêb çap bê cudaye lewey ke wekû têz pêşkêşî zanko kirawe. Le salî 2016 da desgay Routledge peymanman be yekewe mor kirdûwe ke min kitêbekem kirdûwe be hefta hezar wuşe ke lanî kem dehezar wuşeyek kemtire lewe wekû kitêb Routledge le Birîtanya bilaw debêtewe, kewtûwete ser ewey ke ewan çende zû ew rewtî bilaw kirdnewekey tewaw deken, belam le seretakay 2016 da dekewête ber dîdî xwêneran.
Qazî: Zor baş e. Le sereta da hêndêk basî layenî têknîkî bikeyn ême dezanîn ew babetey ke êwe heltan bijardûwe le waneye le buwarî akadêmîk da hesasîyetî le ser hebê. Le zankokanî Birîtanya ew gîrugiriftane çon radeperêndirê? Wextêk êwe propozalêk deken ke PhD le ser binûsrê be tewawî desttan kiraweye yan hêndêk çuwarçêwe heye debê leber çawî bigrin?
Sîvan Se'îd: Wekû propozal nûsîn ke hengawî yekeme bo kesêk PhDî binûsê eger le babete însanîyekan bê wek ewey ke rebtî be siyast, civaknasî û ewe hebê renge qursayiyek hebê, giranîyek bête rêy twêjer ewîş eweye ke ta kwê detuwanê ew sunûraney ke sunûrî neteweyîn, sunûrî qanûn û dewletin le wilatêkî wekû Birîtanya pêşêl nekrê, eger na refz dekrê. Le ewelewe ke propozalêk denûsrê renge refz nekrê çunke ewe pêwîstî be tehsînat heye û renge duwayî dekewête beynî ew xwêndkare legel sûpirvayzerekanî ke çon dekat, belam wextêk ke dekewête barî 'emelî û nûsînî şitekan ew kate şitêk heye ke pêy degutrê ethical procedures ke le lihazî be hîsab moralewe ke pêwîste êtîkeke bizanîn ew nûsîne zerer le kê deda bo numûne eger min çawpêkewtinî hêndêk xelik bikem ke vulnerabili peoplen, yanî kesî natuwanan yan muşkîleyekyan heye debê emin wirya bim karêk nekem yanî kesêk ke muşkîleyekî qanûnî heye le wulatêkî tir be întirvîwyekî min ke min legelî bikem be çawpêkewtin û musahebeyek renge ew tûşî muşkîleyekî qanûnî bibêt yan min wekû twêjer renge tûşî muşkîleyekî qanûnî bim, ewane lew çuwarçêweye da ke pêy degutrê ethical prosuders hendêk kemayesî heye belam wa bizanim lewe girîngtir eweye ke dewlet û akadêmyay Birîtanya hendêk çuwarçêwe û seqfî xoy heye bo ew nûsînaney ke heye ke wa le çuwarçêwey state û dewletî xoyan ke prosdurek heye nabê derbaz bê betaybetî le hesasîyetî em çend saley dwayîda ke le ser kêşey têror heye ke karekey min hendêk bewe mehkûme ke karêke ke qise kirdne le ser komelêk rêkxiraw ke be têrorîst nawzed kirawin le çend wulatêk ewe boxoy komelêk berbest û qursayî dênête ber dem.
Qazî: Zor başe. Ta ew cêgayey ke berêzit bizanî sebaret be bizûtnewey Irlendî Bakûrî le çuwar çêwey zankokan da le ser meseley IRA û rêkxirawey ewto lêkolînewey zankoyî pêşkêş kirawe yan na?
Sîvan Se'îd: Be rastî hemû ew lêkolînewaney ke kirawe ta ew radey ke min agadarim natuwanim ze'mî bikem hemûyan, her hemûyan politically correct tuwanîwyane hîleyek bidoznewe weha şitêk neken sedased legel ethical proddure y wezaretî nawxoy ew wulate da ke berpirsyare le parastinî emnî qewmî, parastinî xelik be hîsabî xoyan lew hîsabe da lay nedawe. Belam le duway ewey ke goya pirosey aştî le Irelend berêwe çû, diyar e emin kemtir bawerim bewe heye ke ew piroseye serkewtinî be dest hênawe û îdî muşkîley qanûnî nemawe, êste qise kirdin le ser IRA wekû beşêk le rabirdû û şirove kirdinî ew narehetîyey le ser nîye wekû caran belam be her ehwalêk bê her lêkolereweyek le ser her babetêk qise deka pêwîste bew Ethical prosdure e da birwat bo ewey karêk neka ke tezarub bika degel întirêstî qewmî ew wulate. National interest be zimanêkî tir. Mixabin akadêmyay Birîtanya lewe beder nîye û natuwanî be hasanî û be azadî bitwanî ew şitane bikey. Ewey min xeberim lêy heye bo numûne êsta eger kesêk le ser Daesh lêkolînewe bikat bînînî yekêk le kesayetîye berzekanî Daesh bo numûne Ebûbekir Bexdadî boy nelwê û neguncawe. Nakrê şitî wa hebêt, eger lêkolereweyek biçê şitî wa bikat be hîç şêweyek hîç akadêmyayekî Birîtanya rêgey pê nada.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Brêgzît *
22 îlonê