YE lazim e zexta aborî bike

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 15 Adar 2021 - 01:57

  • Kati Piri: Bi nîşandana hêza xwe ya aborî, em [YE] dikarin bihayê windakirinê ji bo Erdogan giran bikin. Kiryarên heyî yên hikûmeta Tirk, ji bo YE´yê jî metirsîyên cidî yên ewlekariyê ne.

Kati Piri parlamentereke Holandî ya Parlamena Ewrûpayê ye. Wê demeke dirêj raportoriya Tirkiyê ya parlamenê kir. Ew endama Partiya Karker e û beşek ji Hevgirtina Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan e. Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) li ser bêdengiya sazî û dewletên Ewrûpî beramberî Tirkiyeyê, û li ser kampanyaya 100 sedem ji bo dadgehkirina dîktatorî pê re peyivî. Em encama hevpeyvînê li jêr bi xwînerên xwe re parve dikin

Te demeke dirêj raportoriya Parlamena Ewrûpayê kir. Bi ya te çima saziyên Ewrûpî li hemberî binpêkirina mafê mirovan a sîstematîk a li Tirkiyeyê dengê xwe nakin?

Ez bawer dikim ku Tirkiye, bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, nikare bibe demokrasiyeke rastî. Gava ku min wekî raportera Tirkiyê li Parlamena Ewrûpayê (PE) dest bi kar kir, hevdîtinên aştiyê hîna jî dewam dikirin; hêvî hebû ku di dawiyê de çareseriyeke aştiyane çêbe. Hilweşîna van guftûgoyan di 2015´an de, hêvînemaneke mezin bi xwe re anî. Hem PE´yê hem jî Konseya Ewrûpayê (KE) gelek sûcên li dijî gelê Kurd bi belge kirine. Weke raportera Tirkiyê, min hertim girîngiyek taybet daye rewşa Kurdan. Kanûna 2015´an, hema piştî qetil kirina Tahîr Elçî û dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê dewam dikir, ez çûm serdana Diyarbekirê da ku bi gelên herêmê û nûnerên hilbijartî re biaxifim. Min bi çavên xwe dît ka çawa di salekê de, bajar bi tevahî guherî û ka mirovan çi êş dikişand.

Ji hingê ve rewş xirabtir bû. Demokrasî li Tirkiyê bilez bi paş ve diçe û di van rojan de tehlûke heye ku partiya duyemîn a muxalefeta Tirkiyê, HDP, were girtin. Ez bawer dikim ku divê hikûmetên neteweyî yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) derheqê binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê de zêdetir dengê xwe bikin. Ez ê li parlamena Hollandayê ji bo mafên demokratîk ên hemî welatiyên li Tirkiyeyê têbikoşim, û banga serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd hemûyan bikim.

Bi ya te êriş û siyaseta dewleta Tirk çawa gihişt vê asta dijwar û ev çawa bi bêdengiya Ewrûpayê ve girêdayî ye?

Di seredana xwe ya dawîn a fermî ya Tirkiyê de, min serdana Mêrdînê jî kir. Hingê ez bi şaredar Ahmet Turk re peyivîm. Wî çaxî, dema ez 2014'an cara yekê çûbûm, hingê rewşa herêmên kurdan ji rewşa îro cuda bû. Îro rewş pirr xerab e. Ji destê gelê Kurd wekîlên wan yên hilbijartî tên girtin û gel tê krîmînalîzekirin. Bi hezaran aktîvîstên HDP'ê yên aştîxwaz, ji ber sedemên siyasî di hepsê de ne. Bêdengiya YE´yê derbarê van binpêkirinan de ne ya qebşlê ye. Sedemên vê yekê gelek in: Cûdabûneke kûr di nav 27 welatên endam de li ser stratejiyeke hevpar a li hemberî Tirkiyê, girêdana bi Enqereyê re dema mijar dibe penaber û rewşa ku binpêkirinên mafên bingehîn ên niha li Tirkiyê diqewimin ewqas berfireh in ku hindiktir bal diçe ser rewşa Kurdan. Bi ya min, ev ji bo bêdengiya YE´yê ne behane ne. Dema ku serokê welatekî namzetê YE´yê dijberên xwe yên siyasi heps bike, lazim e bê şermezarkirin. Di bernameya hilbijartinê ya partiya min de, em daxwaz dikin ku Hollanda çareserkirina pirsgirêka Kurd vegerîne asta jor a diyaloga siyasî ya YE´yî bi Tirkiyê re.

Tevgera jinên Kurd li Ewrûpayê di 25'ê Mijdara bihurî de kampanyayeke bi navê ‘100 sedemên ji bo dadgehkirina dîktatorî’ da destpêkirin...

Ya ku me berê dît, ew e ku dema ku jinên li Tirkiyê biaxivin, guhertin mumkin e. Girîng e ku mirov kampanyayên agahdarkirinê, lobîkirina li cem siyasetvanên Ewrûpî - hem li PE´yê û hem jî parlamenên neteweyî - dewam bike. Ji bo birêxistinkirina hevgirtinê bi komên din ên jinan re bibin yek. Guherîn di dawiyê de nexasim bivênevê divê ji hilbijêrên li Tirkiyeyê bê. Di vî warî de, me dît ku populerbûna AKP´ya Erdogan kêm dibe. Divê YE piştrast be ku ew piştgiriyê dide înîsiyatîfên jinan ên li Tirkiyeyê û civaka sivîl, û destekê nede polîtîkayên ku pozîsyona Erdogan xurt dikin. Divê em li cem demokratên Tirkiyê bisekinin.

Erdogan ji ber polîtîkayên xwe yên femînîsîdê, gefên li Ewrûpayê dixwe û desteka dide rêxistinên tundraw ên weke DAIŞ´ê jî ji bo Ewrûpeyî jî tehlûke ye...

Tirkiye siyaseteke derve ya pirr êrişkar dimeşîne ku bi rastî dibe sedem ku di nava NATO û welatên YE´yê de pirsgirêkên cidî û giran çêbin. Ez hêvî dikim ku li gel Serokekî nû li Qesra Spî, DYE û YE bi hev re bêhtir zextê li Hikûmeta Tirkiyê bikin ji bo guherîna herikîna pêvajoyê. Aboriya Tirkiyeyê jî bi Ewrûpayê ve girêdayî ye, û ez bawer dikim ku divê em karta aboriyê pirr bi hêztir bi kar bînin. Zehmet e ku bi erênî bandorek li ser hikûmetekê bê kirin ku bixwe nexwaze xwe nêzîkî YE'yê bike. Lê bi nîşandana hêza xwe ya aborî, em dikarin bihayê windakirinê ji bo Erdogan giran bikin. Rast e, kiryarên heyî yên hikûmeta Tirk, ji bo YE´yê jî metirsîyên cidî yên ewlekariyê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.