Xwedê ji muzîkê hez dike 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Gulan 2021 - 06:24

  • Victor Démé: Digotin, li gorî dînê Îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê gelek grîotan dev ji gotina stranan berda. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike

ARDÎN DÎREN

 

Victor Démé, dengekî welê ye ku mirovî aciz dike û ber bi rehên Efrîkayê ve dibe. Çîrok û stranên pîrika wî ya grîot* (dengbêj) bandorê lê dikin û ew hînî starnbêjiyê dibe; û bi gîtara xwe dengekî lerzok diafirîne. Erê, dengekî ku mirov aciz dike ye, dengê gîtara Démé. Şerê wî yê li hemberî malbat û pergala xizaniyê di dengê gîtara wî de xwe dide der. Ew bêtir bi strana xwe ya “Djon Maya” tê naskirin. Sala 2008’an albûma xwe ya solo derdixe û li dinyayê hemûyî tê naskirin. Ew bi vê albûma xwe ku li dinyayê belav dibe, heyfa xwe ji salên bihurî yên dijwar distîne û strana “Djon Maya” diyarî jinên xizan ên Efrîkayî û zarokên parzemîna mirovên rengreş dike. 

Démé vê strana xwe wiha bi mane dike, “Ji bîr nekin pere nikare her tiştî bikire, divê hûn bi çavekî din li cîranên xwe nenihêrin û ji ber ku ew xizan in wan piçûk nebînin, ji lewma siberojê pêdiviya we dî bi wan çêbe.” 

Karê dirûtina cil û bergan

Démé sala 1962’an li Bobo-Dioulasso ango li Burkîna Faso tê dinyayê. Ji ber şert û mercên xerab ên aboriyê, malbata wî koçî bajarê Abidjanê dike. Ev bajar li Cote d'ivoire e. Bavê Démé, bi karê dirûtina cilan re mijûl bû, terzî bû. Ji xwe re kargeheke piçûk vekiribû. Bavê wî ji dewsa ku Démé bişîne dibistanê ew hînî karê dirûtinê kir û xwest bi karê kargehê re mijûl bibe. Démé demek dirêj li kargeha bavê xwe li ser makîneya dirûnê karê dirûnê dike.

Xwedê ji muzîkê hez dike

Démé derbarê nêzîkatiya muzîkê de dibêje, “Min muzîk hilbijart lê serê min bi muzîkê re kete belayê. Digotin, li gorî dînê Îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê nihêrîna çewt, gelek grîotan dev ji gotina stranan berda û xwe kerr kirin. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike, ji lewre min ji xwe re got, êdî li benda tiştekî nesekine û dest pê bike û min dîsa stranên xwe gotin.”

Ji pîrika xwe hînî stranbêjiyê dibe

Victor Démé, gava dibû havîn ji kar direviya û ji bo betlaneyê diçû cem kalik û pîrika xwe. Pîrika Démé jineke grîot bû û stran digotin. Ew li gel wan kêfxweş bû û pirr hez dikir ku wextê xwe bi wan re bibihurîne. Démé dibêje, “Pîrika min bûk dixemilandin û porên wan dikir kezî. Gava ev kar dikirin di ber re jî stranan digotin. Mînak wê digot, ‘Tu yê biçî bikevî maleke xerîb û mecbûr bimînî li gorî çanda wan tevbigerî. Êdî tu ne keçek azad î’ bi vî awayî dewam dikir. Gava wê cil dişûştin jî tim bi tempo dişûşt û stran ji ser lêvan kêm nedibûn. Dengê pîrika min berê min dida rêyên nû û ez diketim nav xeyalên kûr.” 

Dema ku betlaneya Victor Démé bi dawî dibû, wî bi roj karê dirûnê dikir, bi şev ew diçû baran û li wir bi komekê re stran digotin. Xasma jî Abdoulaye Diabatê pirr pê re bûye alîkar û Démé kiriye vokalîstê komê. Victor Démé bi saya wî hinekî hatiye naskirin.

Bê muzîk dinya wî dîn û har bibûya

Démé dibêje, “Heger zarokekî sûcek kir wî bişînin dibistana muzîkê, ev ê şêweyê nihêrîna wan a dinyayê biguherîne û ew ê bêtir xwe aram hîs bikin. Muzîk mirov dibe gerdûneke din, gerdûneke ku nebaşî lê tineye, mirov li wir li mirinê nahizire û em li wir her tişta ne baş ji bîr dikin. Malbata min a ku ji min re tim digot, ‘divê tu stranan nebêjî’ her roj li camiyê stranan diyariyê xwedayên xwe dike. Divê em li mizgeft û dêran stranan bibêjin û bi vî awayî ji xwedê re dua bikin û îbadeta xwe pêk bînin. Heger muzîk tinebaya dinya wê dîn û har bibûya.”

Di pêşbirkê de dikeve dereceyê

Sala 1988’an Victor Démé vedigere welatê xwe Burkîna Faso. Wan salan li Burkîna Faso zext û zorên mêhtingeriyê kêm dibin û civak bêhtir xwe azad hîs dike. Démé jî bi van hestan li welatê xwe vedigere. Ew li paytext Ouagadougou bi cih dibe û li wir bi koma “Supremes Kombemba” re derdikeve ser dikê. Di 26 saliya xwe de tê naskirin. Sala 1989’an “Navenda Çanda Fransî ya Bobo-Dioulasso” bi pêşengiya “Radio France International” pêşbirkekê li dar dixe û Victor Démé di vê pêşbirkê de dikeve nav serketiyan. Her wiha ew sala 1990’î jî di “Hefteya Çandê ya Neteweyî ya Burkîna Faso” de dibe yekemîn û li hin welatên Efrîkayî bêhtir tê naskirin. Herî dawî bi orkestraya wî zemanî ya bi nav û deng “L'Echo de l'Africa” re jî derdikeve ser dikê û stranan dibêje.