Wênegirê reşûspiya bageran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Tebax 2021 - 06:25

  • “Bahoz û bager jî wek mirovan zindî ne. Ew jî wek me, gava şert û merc guncaw bin mezintir dibin lê şert û merc tinebin ew zû dimirin. Lê gava ew biryarê didin bijîn, bi carekê dikarin mezin bibin û xwe bi şêweyên cihê nîşan bidin.”

ARDÎN DÎREN

 

Wenegir Mitch Dobrowner ji xwezayê îlhama xwe digire û xweza çavkaniya wêneyên wî ye. Ew herî zêde bi wêneyên xwe yên bahoz û bageran tê naskirin. Dobrowner dide pey şopa wênegerinên wek Ansel Adams û Minor White û wêneyên reş û spî digire. Ew li Emerîkayê dimîne û ji bo wêneyên herî baş yên bahoz û bageran bigire, li Emerîkati  cihê ku lingê wê pê neketibe nîne. Heger pêdivî pê hebe, dikare ji bo wêneyekî 500 km rê biçe. Di dîmenên wî de hêz û xezeba xwezayê li pêş e. Wêneyên wî bala mirovan dikişînin ser xwezayê.
 
Dil dikeve kamerayê

Dobrowner ji zaroktiyê ve dest bi vî karî kiriye û di ciwaniya xwe de gelek wêne girtine û bi eyarên wênegirê baş dizane. Ew dibêje, “Gava ez 17 salî bûm, min kamerayek kirî, di demeke kin de ez dil ketim kamerayê.” Wî ji vî karî pirr hez kiriye û tim girêdayî karê xwe maye. Ji bo xwe nas bike û ji karê wênegiriyê baş fêhm bike dikeve nav lêkolînan di dawiyê de leqayî wêneyên Ansel Adams û Minor White tê û dibêje, “Wêneyên wan ez di bin bandora xwe de eciqandim. Di ciwaniya min de îlhameke mezin dan min. Heya wê hingê min qet wêneyên wiha nedîtibûn û dikarim bibêjim, gava ku min wêneyên wan li pêşangehê dîtin êdî min bi çavekî din li dinyayê û li wêneyan nihêrî.”

Ji pirtûkan hînî wênegiriyê dibe

Dobrowner dibêje, karên Ansel Adams serê wî pirr tevlîhev kiriye. Ew radibe û pirtûkên Ansel Adams yên bi navê “The Camera”, “The Print” û “The Negative” dikire û ji van pirtûkan hînê teknîka girtina wêneyan û her wiha kompozîsyonê bûye. Dobrowner dibêje, “Ev pirtûkên pîroz in ji bo min. Ji bêpergalbûnê pergaleke nû ava dike Adams û têkiliyeke wî ya baş bi hawirdorê re heye. Îro jî gava berê xwe didim pirtûkên wî û li wêneyên wî dinihêrim, dinya min serobino dibe, karên wî bandorê li min dikin.”

Ez deyndarê wênegirên berê me

Dobrowner ji karê Minor White jî gelek hez dike û dibêje, ew di kompozîsyonên xwe de bêhtir bi ronahî û siyê re mijûl bûye. Bi vî awayî wêneyên xeyalî girtine û formên razber ceribandine. Dobrowner jî dikeve pey ronahiyê û di mekan de ronahî çawa diguhere û bandoreke çawa çêdike, lê dikole. Dobrowner dibêje, kesekî wek Ansel Adams dê careke din neyê vê dinyayê: “Ez xwe pirr deyndarê van wênegirên berê dibînim. Kesên wek Ansel Adams û Minor White sinhetkar bûn, wek karkerekî dixebitin û emrê xwe bexşî karên xwe kirin. Biryar, ked, karkerî û vîzyona wan hîna jî hêzê dide min.” 

Reş û spî nêzî rastiyê dibînim

Dobrowner derbarê tercîha xwe ya wêneyên reş û spî de jî dibêje, "Ez wêneyên reş û spî nêzî rastiyê dibînim, ji lewre li holê çi rastî hebe ev wêne wê şirove dikin." Hin caran hevjîna wî ya şêwekar û sêwirmend jî henekê xwe pê dike: "Dobrowner ji ber ku rengan nas nake û çavên wî tim reş û spî dibînin, wî bala xwe daye ser wêneyên reş û spî. Dobrowner vê qebûl dike: “Ez tenê navên rengên sereke dizanim. Heger mirov navê rengan nizanibe, mirov nikare derbarê tiştekî bi reng de şirove bike. Ez tenê gava li muzîkê guhdarî dikim, dinyayê bi reng dibînim. Ez dengê muzîkê û tonên wê bi reng xeyal dikim. Ev yek ji ber çi ye, nizanim, lê tişta dibînim û hîs dikim ev e. Tenê muzîkê bi reng difikirim, wekî din her tişt reş û spî ye ji bo min.”

Dimenên bi reng li ser me ferz dikin

Dobrowner dibêje, di jiyana rojane de her tişt bi reng e û ev yek gelekî wî aciz dike: “Di înternet, televizyon, panoyên reklaman, film û kovaran de her roj dîmenên bi reng li ser me ferz dikin û em di bin bombebarana van dîmenên bi reng de dimînin. Gelek ji wan bi hestên mirovan dilîzin û mirovan dixin bin bandora xwe. Ji ber wê, min wêneyên bi reng ji wan wênegiran bêhempa re hiştiye. Ez çapên reş û spî wek vîzyona xwe dibînim û wek berhemên resen li wan dinihêrim. Dawiya dawî ev wêne ji bo min her tişt in. Ez ji hêlên wan yên teknîkî û estetîk hez dikim û dixwazim di qelîteya muzeyan de wêneyên reş û spî bigirim.” 

Xwediyê sebrê melikê Misrê

Dobrowner derbarê girtina wêneyên bahoz û bageran de jî dibêje, “Kompozîsyon her tim diguhere, ronahî jî wisa ye. Her tim ba radibe û xirecirek heye. Ji ber wê, gelek tişt diqewimin û divê em baldar bin. Carinan ji bo ez karibim wêneyekî bigirim, 500 km rê diçim. Hin caran jî di van riyan de dibe ku hûn trîpodê xwe bixînin erdê û kompozîsyona we ya herî baş jî bi vî awayî derkeve holê. Carinan, em bi saetan disekinin lê tiştek naqewime û em destevala vedigerin. Bi rêberê xwe Roger re di nav 11 salan de bi qasî 70 hezar km em rê çûne. Carinan em bi rojan digerin, lê tiştekî zeft nakin. Bi vî awayî ez hîn bûm ku sebirkirin dilpakiyeke mezin e.” 

Dobrowner dibêje, “Bahoz û bager jî wek mirovan zindî ne. Ew jî wek me, gava şert û merc guncaw bin mezintir dibin lê şert û merc tinebin, ew zû dimirin. Lê gava ew biryarê didin bijîn, bi carekê dikarin mezin bibin û xwe bi şêweyên cihê nîşan bidin. Carinan jî bi carekê ew vediguherin bahozên mezin. Di van kêliyan de ez tevgerên wan zeft dikim.”

Ev kar min dike mirovekî çê 

Dobrowner herî dawî dibêje, bi girtina dîmenên bahoz û bageran min wênegiriya xwe bi pêş xist. Her wiha van wêneyan bi demê re ew kirine mirovekî çê jî. Dobrowner dibêje, “Êdî ez dizanim, çawa hişê xwe aram bikim û konsantreyî jiyanê bibim. Gava ji wesayîtê dadikevim nizanim dê çi derkeve hemberî min. Qerebalix, ba û mirovên derûdora te dikarin bi rehetî konsantreya te xera bikin. Çawa bê tirs dikarim bisekinim, ez jî nizanim û nikarim bi ti awayî rave bikim. Dixwazim çi ji destê min tê bikim û wêneyên baş bigirim. Ev kar hem wek mirovekî û hem jî wek wênegirekî min bi pêş dixe. ” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.