'Rojekê van tacan deynim serê wan'

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Hezîran 2022 - 22:00

  • Yara Hesko ji bo van tacên zêrîn yên di tabloyên xwe de wiha dibêje, “Ez bi hêvî me, ez ê rojekê van tacan deynim ser serê fîgûrên xwe. Nexasim dema ku vegerin şahinşahiya xwe ango Serêkaniyê û Efrînê.”

XASÊ CÛNÊ

Şêwekara Kurd Yara Evdilqadir Hesko sala 1996’an li gundê Erş Qîbar yê Efrînê ji dayik bûye. Wê di koleja endezyariya mekanîkê de ango beşa atomê de xwendiye. Gava temenê wê dibe 20 salî li navenda çand û hunerê ya Efrînê tevlî karê hunerî dibe û li wir 3 mehan perwerdehiya bingehîn dibîne. Piştî havîn diqede şûnde ew vedigere Helebê da ku zanîngehê dewam bike û li wir jî karê nîgarkêşiyê dewam dike û bi gotina wê êdî qet dev jî vî karî bernade. 

Yara Hesko tîne ziman ku her zarok di dilê xwe de afirîneriyek xwedî dike û dibêje, “Her zarok hunermendek e. Bi giyanê xwe yê azad hebûnê difikire lê ew bi demê re ji xwe re beşekê hildibijêre. Huner ji bo min jî xewnek bû, min xwest ez xewna xwe bi riya hunerê bînim ziman.”

Di wêneyên Yara Hesko de rûyên mirovan li pêş in. Diyar e wê serê xwe bi rûyan re pirr êşandiye. Ev rûyên wê yên li ser tabloyan bêhtir xemgîn in. Yara Hesko beriya li ser hunerê hûr bibe û di nav xêzan de li xwe bigere li rûyan pirr difikire. Nexasim jî rûyên ku nêzî giyanê wê ne di serê xwe de pirr disêwirîne û ji berxwe ve wan rûyan xêz dike. Yara Hesko ji bo van rûyên ku xêz dike dibêje, “Ev rû ji min re bûn weke mifteyekê. Ez bi vê mifteyê derbasî cîhana derbirîneriyê bûm. Ez hîna jî di nav vê cîhanê de me û ez hîn jî nizanim ka ez ê di hundirê vê cîhanê de çiqasî bimînim.”

‘Wek min xemgin û şikestî bûn’

Yara Hesko ji bo kesên ku di tabloyên xwe de behsa wan dike ango rûyên wan xêz dike dibêje ku ew kesên li derûdora min in. Heval û hezkiriyên xwe xêz dike. Lê dema wan li ser tabloyê xêz dike wek ku tên xuyakirin nîşan nade, bi xêz û xeyalên xwe ew ber bi kûrahiya dilê wan ve diçe û dixwaze ruhê wan yê veşartî bi riya tabloyê derxe holê. Demekê ew tengav bûye û ji bo van rûyan an jî kesan xêz bike wê 6 salan lêkolînan kiriye û li van kesan geriyaye. Ji bo karibe hunerê xwe bidomîne sedemên xwe wiha tîne ziman, “Du şikestin ji bo min girîng bûn. Ez weke hunermend ji nûve anîn ser hişê xwe. Êrîşên li ser Efrin û Serêkaniyê û her wiha dayikên xemgîn. Dema ku ez tengav bûm û ji ber dagirkirina welat diêşiyam ev mesele min ber bi xwe ve kişandin di hunerê de ji min re deriyek nû vekirin. Ew jî wek min xemgin û şikestî bûn. Lê niha ew xemgînî pelişiye û ew dayik hêvî û xewnê hildigirin.”

‘Du tişt hene min diêşînin’

Yara Hesko derbarê şêwekariya Kurdan de jî got ku niha di qonaxa geşbûnê de ye û wiha dewam kir, “Tê bîra min beriya çend salan amûrên muzîkê û nîgarkêşiyê di destên zarokên Kurd de bûn û li kolanên bajarê min Efrînê digeriyan. Ez li Rojava tevlî çend pêşangehan jî bûm û min gelek şêwekarên Kurd yên li dervayî welat dimînin jî şopandin. Li gor min niha li du tişt hene ku me diêşînin. Yek ji wan nebûna rexnegirên hunerê ye, ya din jî nebûna pêşangeha ye. Ji ber di vî warî de kêmasî hene. Ez behsa wêneyên li ser înternetê nakim, ya ku rasterast em bi çavên xwe bibînin û li mekanekî hîs bikin dikim.”

‘Ez bi hêvî me’

Yek ji xewn û armanca herî sereke ya Yara Hesko ewe ku li Rojava pêşangeheke solo veke û ji bo vê projeya wê here serî wê dest bi xebatan kiriye û ev nêzî mehekê ye ji bo pêşangehê dixebite. Dema mirov baş bala xwe dide wêneyên Yara Hesko mirov dibîne ku di gelek tabloyên wê de tecek heye û weke metaforeke sereke yên karên wê xwe dide der. Yara Hesko ji bo van tacên zêrîn yên di tabloyên xwe de jî wiha dibêje, “Ez bi hêvî me, ez ê rojekê van tacan deynim ser serê fîgûrên xwe. Nexasim dema ku vegerin şahinşahiya xwe ango Serêkaniyê û Efrînê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.