Qirkirina spî ya li dijî Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Sibat 2021 - 01:56

  • Eyyûb Sûbaşi: Bi texmîna min li Bakurê Kurdistanê rêjeya xwendin û nivîsînê bi Kurdî dibe ku ji sedî pênc jî nebe. Bi rastî ev rewş ji bo miletekî karesat e. Ew kesên ku baweriya wan bi serketina doza gelê Kurd heye, divê li hember vê rewşê xew nekeve çavên wan. 

MIHEME PORGEBOL

 

Doh 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bû. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 17´ê Mijdara 1999´an hate îlankirin. Roja Zimanê Dayikê, ji bo bibîranîna xwendekarên Bengalî yên di 21´ê Sibata 1952´yan de li hemberî polîtîkayên nijadperest ên dewleta Pakîstanê mafê perwerdeya zimanê dayikê parastine û di encama çalakiya xwe de rastî êrişên dewleta Pakîstanê hatine û di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane, her sal di 21´ê Sibatê de ev roj weke roja parastina û xwedîderketina li zimanê dayikê li Bangladeşê tê pîrozkirin. 21ê Sibatê bi vî rengê xwe ji bo gelên bindest yên ku ji bo mafê zimanê dayikê têdikoşin jî veguherî rojeke çalakiyan. 

Me jî di vê çarçoveyê de li ser pêwîstî û girîngiya ziman û rewşa zimanê Kurdî, pirs ji Serokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê Eyyûb Sûbaşî kir. Wî jî li pirsên me bi bêhnfirehî vegerand. 

Zimanê zikmakî bo çi pêwîst e, ev pêwîstî di nav gelên bindest de bi çi rengî xwe nîşan dide?

Dîyardeya ku em jê re dibêjin ziman bi çend rojan yan bi çend salan pêk nayê. Em îro li kîjan zimanî binihêrin, dîroka wî zimanî vedigere hezar salan. Lewma jî ziman dîroka neteweyekê ye, bîra neteweyekê ye. Wexta ku statûyeke neteweyekê nebû û zimanê wê jî ji nav çû, ew netewe bi xwe jî ji nav diçe, dibe neteweyeke din. Her ji ber vê yekê jî ziman girîngîyeke wê ya jîyanî ji bo neteweyan heye. Di vê çarçoveyê de heger neteweyek dibêje, ez ê bimînim, ez naxwazim biçime nav wan neteweyan ku ji sehneya dîrokê daketine, divê zimanê xwe di her warî de bi kar bîne.

Rewşa zimanê Kurdî bi giştî çawa ye?

Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji hêla axaftin û veguhestina nav-nifşî ve her ku diçe xirabtir lê tê. Em dikarin bibêjin, heger ev rewşa heyî bi vî rengî dewam bike, qirkirina spî ku li ser gelê Kurd tê meşandin, dê bigihîje armanca xwe. Em heger dest ji zimanê xwe berdin û bi zimanê Tirkî bipeyivin, ev yek tê wê wateyê ku em polîtîkayên qirkirinê ku li ser gelê Kurd tên meşandin, qebûl dikin. Karekî exlaqî, mirovî û neteweyî ye ku em vê qirkirina spî red bikin û nehêlin ku zimanekî bîyanî li şûna zimanê me yê dayikê bi cih bibe.

Xebatên zimanê Kurdî yên weşan û perwerdeya Kurdî çawa ye li Bakur?

Rêjeya xwendinê bi zimanê Kurdî li ba Kurdan li Bakurê Kurdistanê pirr kêm e. Ji ber ku perwerdeya bi Kurdî nîne, kesên ku bi Kurdî dikarin bixwînin û binivîsin gelekî kêm in. Bi texmîna min li Bakurê Kurdistanê rêjeya xwendin û nivîsînê bi Kurdî dibe ku ji sedî pênc jî nebe. Bi rastî ev rewş ji bo miletekî karesat e. Ew kesên ku baweriya wan bi serketina doza gelê Kurd heye, divê li hember vê rewşê xew nekeve çavên wan. Helbet xwendin û nivîsîna bi Kurdî, çapkirina kitêbên Kurdî zêde dibe, lê belê ev yek têrê nake ku zimanê me bikare xwe rizgar bike. 

Îro sazîyên ku bi rêk û pêk perwerdeya Kurdî didin li çend bajaran hene, li bajarên wekî Amed, Wan, Batman, Cizîr, Izmîr û Stenbolê. Tevî van sazîyan derdora bîst weşanxaneyan bi zimanê Kurdî kitêban çap dikin. Li gorî nûçeya malpera diyarnameyê sala 2020´an 268 kitêbên bi Kurdî çap bûne. Li gorî hema çavkaniyê her sal li bakurê Kurdistanê qederê 300 kitêbên bi Kurdî çap dibin. 

Pêşketina ziman bes bi fêrbûna ziman dibe? Yan ji bo bipêşketinê tiştên din jî divên? 

Ji bo ku zimanek bi her awayî bi pêş bikeve, divê ew ziman bibe zimanê perwerdeyê û kar û barên fermî bi wî zimanî werin kirin. Bi gotineke din divê statûya wî zimanî hebe. Rêya sereke ev e, rêyên din tenê dikarin bibin dilopek.

Gelê Kurd  li hember dewletên dagirker yên mîna T.C, Îran, Îraq û Sûrî têdikoşe. Di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de rola zimanê dayikê çi ye?

Wexta ku hêriş li ser neteweyekê çêdibe, pêşîn hêrişê dibin ser zimanê wê neteweyê, heger dîn cuda be, hêrişê dibine ser dînê wê neteweyê. Dîn û rengên me û dagirkeran dişibin hev. Heger em dest ji zimanê xwe berdin, tiştek namîne ku me ji tinebûnê rizgar bike. Girîngîya zimên ev e.

Li aliyekî TRT Kurdî, kursên Kurdî li şaredariya Stenbolê, li aliyê din qedexekirina şanoya Kurdî, êrişên ji ber axaftina bi Kurdî. Hûn vê nakokiyê çawa dibînin?

Hemû gavên ku ji hêla dewleta Tirk ve di meseleya ziman de tên avêtin, di çarçoveya qirkirina spî de tên avêtin. Yanî gava ku dihavêjin, beşek ji qirkirina spî ye. Heger ew gav xizmetê ji qirkirina spî re neke, wê gava xwe betal dikin yan jî bê fonksîyon dikin. Heger em di vê çarçoveyê de lê binihêrin, em ê bibînin ku nakokîyek nîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.