Niyetên sereqet diguherin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Sibat 2021 - 02:59

  • Ne şano wê bêyî maskeyan hebûya, ne jî tevgera Zapatîstan. Redkirin û piçûkxistina beşeke sax a mirovahiyê ya ku pêdiviya wê bi xuyanebûn û anonîmbûnê ji ber çalakiyên wê heye, bi awayekî min ecêbmayî bihêle, karê ehmeqan e.

ÎSMET KAYHAN/LUQMAN GULDIVÊ

 

"Dilê mirov dax dide." Ev bersiva kurt a hunermend û akademîsyen Hito Steyerl e ji bo pirseke bi xeşîmî me jê pirsî. Gava me xirakirina berhem û şûnwarên Kurd, Ermenî, Suryanî û gelek hindikahiyên din bi bîra wê xist wê ev got. Me behsa li ser goristanan Ermeniyan çêkirina tuwaletên umûmî kir, behsa wan nasnameyên dewleta Tirk hin ji wan tinekirin û hîna jî xwe li tinekirina yên mayî diqewimîne. Gotineke din nake, tenê dibêje, "Dilê mirov dax dide."

Herî bi tesîr ên vê sedsalê

Hito Steyerl ji hunermendên herî bi tesîr ên vê sedsalê tê qebûlkirin. Hunerê wê yekser û deqerû ye. Gelek caran di înstalasyonên wê û filmên wê de em berevajî vê sadebûna bersivên kurt, dîmenên gelekî tevilhev dikarin bibînin. Ev xisleta wê ji berê ve heye. Gava wê bi seraktrîstiya Ronahî (hingê Andrea Wolf) filmek (1985) li ser hêza jinê çêkirî jî em hem deqerûbûna hunerê wê û hem jî xurtiya vê hişkiya yekser a hunerê wê dibînin. Di vê destpêkê de çawa wê peyam û huner ji hev qut nekiriye, di temamê serpêhatiya xwe ya hunerî de jî wê ev yek dewam kiriye. 

Me belesebeb behsa Ronahî nekir. Ronahî yek ji înternasyonalîstên Elman e ku sala 23´yê Cotmeha 1998´an di êrişa dagirkeriya dewleta Tirk de li navçeya Wanê Şaxê şehîd bûbû. Hîna jî cenazeyê wê li malbatê nehatiye vegerandin. Ronahî hevala zaroktiyê ya baş a Hito Steyerl e. Vê hevaltiyê gelek têsîr lê kiriye. Jixwe yek ji filmên xwe jî wê paşê li ser vê mijarê çêkira (2004). Navê filmê November (Mijdar) e. Di filmê de ew behsa Andrea Wolfê dike; gava ku ew 17 salî bû li Munchenê, ew hevala wê ya herî baş bû. Di vê filmê de ew bi awayekî jidil û bibîranîna wê hevaltiya bi Ronahî re, behsa serpêhatiya girtina dîmênên filma xwe ya pêşî dike ku tê de jin nîşan didin bi xurtî û hêzê ew dikarin civakê biguherin. Lê her wiha bibîranîna Ronahî di nava civaka Kurd a li dîasporayê de, dîmenên wê yên li nav gerîla hatin girtin û tesîra wê ya li ser înternasyonalîstên Elman jî. Gava ew vê dike, behsa wê gelekî şexsî ye jî. Ji ber vê şexsîbûnê, me pirsa filmê û ya Ronahî ji wê nekir. 

Esas filmçêkereke bibinketî ye

Di înstalasyonên wê de jî film cihê sereke digire. Gava me sedema vê yekê jê pirsî wê got, "Ez esas ji bo filmçêkeriyê perwerde bûme. Û di van çend dehsalên dawî de min şahidî kir li wan guhertinên mezin ên di awayê huner de. Esas ez filmçêkereke bibinketî me."

Huner ne notr e

Gava me bi bîra wê xist îmajên hêviyê di înstalasyon û filmên wê de hene ku bi rêya girêdana rabihurî û nihayê xwe dide der, û peyaman li ser civak û siyasetê hene di berhemên wê de, wê got ka çima hunerê wê ne tenê çavdêr e: "Çavdêrî ber bi analîzan ve dibe. Şirove ber bi diyarkirina meylê ve dibe û belkî jî ber bi çêkirina rêyekê ber bi pêş ve."   
Gelek caran gava behsa wê tê kirin, dibêjin, ew serê xwe diêşîne bi herikîna pere û mal a global, rewşa kar di neolîberalîzmê de û ketina nava hev a şirketên mezin û siyasetê. Gelo ev rast e? "Ez tenê çavdêriya pîşesaziya xwe [huner] xwe dikim. Ez hê jî gelekî ecêbmayî dimînim gava dibînim ku huner meydaneke kilît e ji bo her tiştî; ji xemilandinê heta bi perwerdeyê, ji lêkolîna teknolojîk heta bi ya dîrokî, ji stranên gelêrî heta bi nedana bacê û şûştina navî [paqijkirina navekî reşkirî]."  

Sedema filman û anîmasyonan di înstalasyonên wê de jî ew weke danîşana rastiyê îfade dike. Ji ber miameleya wê bi rastiyê re plan û niyetên wê yên bi çêkirina berhemekê re jî sabît namînin: "Ji ber ku pirraniya berheman elaqedarî rastiyê ne, ez jî divê miamele pê re bikim. Ji ber vê jî plan û niyetên min jî sereqet diguherin."   

Di hunerê wê de mekan

Di înstalasyonên wê de mekan cihekî fereh e; bi ser de jî ji bo tevgera bi rastî yan jî ya hîskirî mekanekî fireh hatiye veqetandin. Sedema vê jî ne mekan bi xwe, lê girîngiya tevgerê ye ji bo wê: "Tevger, tevdan ji bo min û karê min heyatî ye. Gava ez vê dibêjim ez behsa tevahiya maneyên tevgerê dikim, hem tevgera ferdî û hem jî ya civakî, pê re jî bi giştî tevger."    
Me bela xwe ji mekan venekir û da dûv vê comerdiya wê ya mekanî. Elaqeya mekan û bîrê jî me jê pirsî û pê re elaqedar tinekirina mekanên bibîranînê. Me berhema wê ya li ser xirakirina Sûrê* jî bi bîra wê xist: "Herê, esas, gava em li wir bûn, ji me re li hev hat, û hêzên dewletê û çekdaran hin qismên bajarê kevin Sûrê bi carekê vekirin piştî dorgirtineke bi mehan. Hin zarok hebûn di nava kolanên êdî xirbe bûyî de. Ew zarok bi klavyeya kompûterekê dilîstin, li ser kompûterê dinivîsî Fun City".**     

‘Ez nizanim huner çi ye’

Ew jidil û yekser e, gava em dixwazin ew terîfa xwe ya huner ji me re dibêje, "Gava ez bersivê bidim pirsa ka huner çi ye ji bo min, ez ê hingê hin gotinên klîşe bibêjim. Lê heger ez rastiyê bibêjim, ez nizanim huner çi ye."    

Wê xirakirina Sûrê dîtibû, behsa wê jî kiribû, lê ew li ser tinekirina mekanên bîrê yên weke bajar, xanî, şûnwar û goristanên Kurd, Ermenî, Yewnan û Asûriyan çi difikirî. Wê qet xwe neda nav gotinan, ya dilê xwe got, "Dilê mirov dax dide." 

Vîrolojî, lîstikên vîdeo û siyaset

Ne tenê di vê înstalasyonê de, lê di tevahiya berhemên wê de em dibînin teknolojiyên dîjîtal bi dewreke sereke radibin. Ew sedema vê yekê wiha rave dike: "Ji ber ku ew amûrên sereke ne roja me ya îro ji bo çêkirina îmajan. Lewma siyaseta wan bi xwe jî di nav wan de ye. Ez mînakekê bidim ka çawa nûneriya dîjîtal û siyaset tên ser hev.  HDP´ê sala 2015´an posterek daliqand, tê de lîstikeke vîdeo ya bi navê agar.io hebû; tê de şaneyeke logoya HDP´ê li ser benda hilbijartinan a ji sedî 10 dadiqurtand. AKP’ê jî posterekî weke wê daliqand. Esas ev şaneyên hanê îlhama xwe ji ‘qotîkên petrî’ digirin. Di nava van qotîkên petrî de şaneyên sax tên zêdekirin da ku vîrusan xwedî bikin, zêde bikin li ser madeyeke bi navê agar a ji başûrrojhilatê Asyayê. Ji bo min balkêş e ka çawa ev hawîrdora vîrolojiyê dikare bibe mekanê lîstikeke vîdeoyê û ew jî bibe meydana reqabeta siyasî."  

Ya Agamben gotî ehmeqane ye

Em li ser tesîrên krîza koronayê li ragihandinê û danûstandina mirovan jî peyivîn: "[Krîza Koronayê] Bêguman wê ragihandin ber bi onlinê ve ajot, bire nav xelekên heyî yên şirket û dewletan.

Li ser minaqeşeyên vegera normalê û çêbûna normala nû jî, ew dibêje, "Xwedê bike em ti carî venegerin normala berê. Yek ji berhemên min ên berê Normality 1-X (Normalbûn 1-X) bû; ev rêzeke li ser êrişên nijaperest û dij-cihû yên li Elmanyayê bû, ev êriş bi dehan salan weke xwezayî hatibûn dîtin.

Li Elmanyayê gelek rastgir û înkarkerên koronayê ji bo vegera li normala berê xwepêşandanan dikin. Normaleke bi şidet a ku daimî gelek mirov ditepisandin." 

Em bîra wê dixin ku ne tenê rastgir lê hin çepgir û lîberal jî li ber maskeyan û tevdîrên Covid-19´ê radibin û gotina Giorgio Agamben a "Tîran bê rû ye" jî dubare dikin: "Ez gelek rêzê ji berhemên beriya niha yên Agamben re digirim. Li li ser vê mijarê ew bi temamî şaş e. Binihêre, kokên min ên ji rojhilatê Asyayê hene. Gava ku hûn maskeyê datînin, maneya wê, hûn piştgiriya welatiyên din dikin, û vîrus û mîkroban belav nakin. Ez pirrî caran difikirim ku dijminatiya beramberî maskeyan, helwêsteke xwediseryêndinredîtinê ya rojavayiyan be.

Lê li rojava jî fikra maskeyê pirr tevlîhev e. Di Latînî maneya peyva persona hem maske û hem jî kes e. Ne şano wê bêyî maskeyan hebûya, ne jî tevgera Zapatîstan. Redkirin û piçûkxistina beşeke sax a mirovahiyê ya ku pêdiviya wê bi xuyanebûn û anonîmbûnê ji ber çalakiyên wê heye - an jî ji bo saxbûnê ev pêdiviya wê heye - bi awayekî min ecêbmayî bihêle karê ehmeqan e. Nexasim jî ji bo kesekî weke Agamben ê ku haydar e ji maneyên cihê yên di nava peyvan de."


* "Hito Steyerl. I Will Survive" li K21 a Dusseldorfê 20 salên hunerê Hito Steyerl hat nîşandan. Tê de berhema wê Roboter heute jî hebû. Di berhemê de hem xirakirina Sûrê hebû û hem jî îşaret bi Ebû el-Iz Îsmaîl Cizîrî dikir. Cizîrî di sedsala 12´an de li Amedê jî mabû û wî otomatên ku dikarin weke robotên pêşî bên binavkirin, sêwirandibûn.

** Hito Steyerl di nivîsa xwe ya bi navê "How To Kill People: A Problem of Design (Mirov çawa bên kuştin: Meseleyeke dîzaynê)" de behsa vê serpêhatiya xwe bi berfirehî dike. Binihêre li: https://www.e-flux.com/architecture/superhumanity/68653/how-to-kill-people-a-problem-of-design/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.