Ma Music berxwedanek e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Adar 2022 - 02:39

  • Şêrko Kanîwar: Me bi xebata xwe derbek li asîmîlasyonê da. Ev tenê ne hejmarek matîmatîkî ye. Dema meriv li nirxên polîtîk û manewî jî difikire, ev serketineke mezin e. Ji bo me sînorek nîne. Ji pitikan heta bi mezinan her kes dikare were li vir li ser muzîkê perwerde bibe.

Konservatuwara Aram Tîgran sala 2010’an di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû damezrandin. Piştî ku qeyûm di Mijdara 2016’an de tayînî şaredariyê hat kirin, konservatuwar bi destê qeyûm hat girtin. Piştî girtina konservatuwarê, muzîkjen û mamosteyên li wir di 4’ê Adara 2017’an de Akademiya Ma Musicê damezrandin. Xebatkarên Akademiyê di van 5 salan de Koroya JinMa, Koroya Zarokan, Orkestraya Ma, Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Zarok Ma û Akademiya Dengbêjiyê ava kirin. Ma Music a ku bi hilberîn û perwerdehiya xwe bûye navnîşana muzîka Kurdî, di nav van 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan di warê muzîka Kurdî de perwerde kirin. 

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, behsa projeyên vê heyamê kir û got: “Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin. Ev gotin ne slogan e, ev berxwedanek e.” 

4 hezar û 59 zarok û ciwan 

Kanîwar di destpêka axaftina xwe de malavahiya kes û rêxistinên sivîl ên piştevanî dane wan kir û got, “Çimkî di van 5 salan de qet me bi tenê nehiştin. Her roj hem di warê madî û hem jî di warê manewî de li cem me bûn.” Kanîwar diyar kir ku piştî ku qeyûm hat tayînkirin bêkar mane û got, “Em di nava du vebijêrkan de man. Yan me yê dest ji muzîkê berda biçûna malên xwe yan jî me yê soza ji bo zarokan dabû, bi cih bianiya. Ji ber vê yekê, divê me ev soza xwe ya dîrokî bi cih bianiya. Di bin banê Ma Musicê de me di 5 salan de perwerdeya muzîkê ya bi Kurdî da 4 hezar û 59 zarok û ciwanan. Ev ne hejmareke hindik e.” 

‘Pirraniya şagirtên me keç in’

Kanîwar destnîşan kir ku ew xizmeta çand û zimanê Kurdî dikin û wiha peyivî: “Me bi xebata xwe derbek li asîmîlasyonê da. Ev tenê ne hejmareke matîmatîkî ye. Dema meriv li nirxên polîtîk û manewî jî difikire, ev serketineke mezin e. Ji bo me sînorek nîne. Ji pitikan heta bi mezinan her kes dikare were, li vir li ser muzîkê perwerde bibe. Helbet însan ji vê hejmarê kêfxweş dibe. Pirraniya şagirtên me jî zarokên keç in. Ev jî ji bo guhertin û veguhertina civakê tiştekî xweş e. Zarokên keç di temenê piçûk de ji bo azadiya civak û jinan di xebatên çandî de cih digirin. Ev şagirtên me, ji bo siberojê hêviyê didin me.” 

Şêrko Kanîwar

‘Mînaka vê yekê nîne’ 

Kanîwar da zanîn ku ew her kesê ku dixwaze kedê bide muzîkê, têdigihînin û got, “Em tenê stranbêj û kesên li înstrûmanan didin, fêr nakin. Em kesên ku li studyoyê bixebitin, nota dinivîsînin, deşîfrasyonê dikin, gund bi gund digerin stranên Kurdî berhev dikin, stranan dibêjin û ji bo gelê Kurdistanê dixebitin, têdigihînin. Wek nimûne, beriya em Zarok Ma’yê vekin, me bi 8 zarokan li malan dest bi vê perwerdehiyê kir. Meydaneke xebateke pîlot bû. Lê niha qonaxa em gihîştinê li ber çavan e, cihekî perwerdehiyê ye û 300 xwendekarên wê hene. Temenê wan di navbera 4 mehî û 5 salî de ye. Di cîhanê de mînaka vê yekê nîne. Tekane cihê ku bi Kurdî perwerdehiyê dide ew e.”

‘Em qirika Kurdî zindî dihêlin’ 

Kanîwar bal bire ser girîngiya damezrandina Akademiya Dengbêjiyê û wiha pêde çû: “Me ji bo akademiya dengbêjiyê, perwerdekar ji gelek cihan anîn. Me ji Rohilatê Kurdistanê perwerdekarek anî. Me ji Geverê perwerdekarek anî. Dengbêjî ne tiştekî welê ye ku weke muzexane û dîwanxaneyê were veşartin. Yanî ne ew e ku her şev dîwan were danîn û şevbihêrka dengbêjan bê lidarxistin. Ji bo em vê çanda xwe zindî bihêlin û qirika Kurdî bidin fêrkirin, me ev akademî vekir. Niha li vê akademiya me 40 zarok hene. Li vir baştir fêr dibin ku stranên Kurdî bistrin. Dibe ku ne wek Şakiro yan jî dengbêjekî din bin, lê belê qet nebe wê xwedî li wê çandê derkevin.”

Stranên bi Kirmanckî û Soranî 

Kanîwar anî ziman ku ew tenê ne bi Kurmanciyê xebatên xwe dikin, di heman demê de bi şêwezarên Kirmanckî û Soranî jî xebatên xwe dikin û wan di vê çarçoveyê de 45 stranên zarokan amade kirine. Kanîwar diyar kir ku wan du klîbên ku akademiya wan amade kiriye, gihandine temaşevan û guhdaran û wiha dewam kir: “Me di 5 salan de heta niha dikaribû du klîban amade bikin. Çimkî ji van 4 hezaran ji sedî 50’yê wê kar bi rê ve dibin û perwerde dikin. Em sala 2022’yan jî bikin, sala hilberîna stranên Kurdî. Em ê ji niha pê ve jî her sal stranekê bibijêrin û klîba wê çêkin. Nexasim em stranên gelerî yên Kurdî aranje dikin û ji bo xelkê xwe amade dikin. Em ê di Adarê de jî klîba xwe ya 3’yan belav bikin. Em ji niha ve mizgîniya wê bidin. Li aliyê din jî em bipêşxitina materyalên xwe, xebatên xwe didomînin. Her sal em ê pirtûkeke înstrûmanekê bi metoda Kurdî, amade bikin.”

‘Ji bo her kesî muzîk’

Kanîwar anî ziman ku ew ê bi dirûşma, “Li her derê muzîk, ji bo her kesî muzîk” wê tenê bi Amedê re sînordar nemînin: “Me li cihên wek Silopiya, Cizîrê, navçeyên Amedê, Edene, Mêrsîn, Izmîr û Stenbolê jî xebatên zarokan bi rê ve birin. Em ê wek Ma Musicê çi ji destê me were, her sal xwe bigihînin zarokên hin bjaran. Li derveyî welat li Hollanda û Amsterdamê jî nêzî 500 zarok fêrî muzîka Kurdî bûn. Em dixwazin muzîka Kurdî bi zarokên wir jî bidin nasîn.”

‘Ev berxwedanek e’

Şêro Kanîwar got, zext, astengî û qedexeya li ser ziman, çand û hunerê Kurdî hêj didome: “Sal bûye 2022 lê hêj stranên Kurdî li kolanan qedexe ne. Lê em jî dibêjin, stranên Kurdî wê her hebin û bimînin. Ev 5 sal in ku em distirin, em ê 500 salên din jî bistirin. Çimkî me soz dabû, ‘Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin’. Ev gotin ne slogan e, ev berxwedanek e.” 

EYLEM AKDAG/MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.