Iraq dixwaze DAIŞ’iyên xwe vegerîne

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:27

  • Iraq dixwaze çeteyên DAIŞ´ê yên Iraqî û malbatên wan ên li Wargeha Holê vegerîne. Ji bo vê armancê jî 4 lijne hatine avakirin.

Iraq dixwaze çeteyên DAIŞ´ê yên Iraqî û malbatên wan ên li Wargeha Holê vegerîne. Ji bo vê armancê jî 4 lijne hatine avakirin.

Desteya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê doh bi şandeke navneteweyî re civiya. Di civînê de behsa dosya DAIŞ’iyên Iraqî yên li wargeha Holê û vegerandina wan a ji bo Iraqê hate axaftin.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Asayîşa Nîştimanî, şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di civînê de behsa giringiya ji bo dawîanîna li metirsiyên li Kampa Holê kiriye. 

Di heman civînê de ji bo vegerandina çete û malbatên wan yên Iraqî yên li Wargeha Holê de, 4 lijne hatin avakirin. 

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.