Hogir jî li ser rêya Ewrûpayê mir 

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:39

  • Cenazeyê ciwanê ji Derbendîxanê ku dixwest bi biçe Ewrûpayê, lê di qezayekê de mir, li Derbendîxanê spartin axê. Malbatê got, ne hizban ne jî hikûmetê alîkariya wan nekiriye.

Cenazeyê ciwanê ji Derbendîxanê ku dixwest bi biçe Ewrûpayê, lê di qezayekê de mir, li Derbendîxanê spartin axê. Malbatê got, ne hizban ne jî hikûmetê alîkariya wan nekiriye.

Ciwanê Kurd Hogir Ezîz, beriya bi 3 mehan dema ji Tirkiyeyê diçû Yewnanistanê, di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da. Cenazeyê Hogir Hemîd bi rêya balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê. Malbatê cenazeyê Hogir li Goristana Kanî ya Sardî a navçeya Derbendîxanê spart axê.

Mamê Hogir, Enwer Mehmûd got; “Beriya bi 3 mehan Hogir ji bo biçe Ewrûpayê dabû rê, lê li Yewnanê di qezayeke trafîkê de ketibû komayê. Me gelekî xwest bi rêya hikûmetê û hizban, cenaze bînin, lê ti kesî alîkariya me nekir. Me bi xwe cenazeyê xwe ji Yewnanistanê anî.”

Hogir Hemîd 20 salî bû, xelkê navçeya Derbendîxanê bû, dema ku di ser Tirkiyê re diçû Yenanistanê di qezayeke trafîkê de ket komayê. Hogir qederê 3 mehan li nexweşxaneyeke Yewnanistanê, dihat dermankirin. Tevî hewldanan hemûyan jî wî 13’ê Kanûnê jiyana xwe ji dest da. 

ROJNEWS/DERBENDÎXAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.