Helbest û Stara Stêra

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Nîsan 2021 - 03:27

  • Kadîr Stêra: Îro roj li gorî helbesta nûjen, yê ku rewşa sosyo–polîtîk ya Kurdan baş di helbestên xwe de bi kar tîne Rênas Jiyan e. Her çiqasî di nava dîwarên sar û cemidî de be jî erd Argon e, Fatma Savci ye. Ji ber ku ez kodên civaka xwe di helbestên wan de dibînim. Bêhna berxwedanê ji helbestên wan tê.

MIHEME PORGEBOL

Helbestkar Kadîr Stêra, helbestê ji bo xwe weke lêgerînekê watedar dike û vê lêgerîna xwe bi nasnameya xwe ya bindest ve girê dide. Li gorî Stêra ev lêgerîn tenê dikare bi "hunera rêya sêyem" bigihîje armanca xwe û dibêje "Hunera rêya sêyem dixwaze huner jî, helbest jî bi kêrî derdên civakê were û wan derdan çareser bike. Dixwaze bibe alternatîfa ji bo mirovatiya mezin."

Em jî bi Kadîr Stêra ra derbarê helbest û helbestvaniya wî, nêzîkbûyina wî ya huner û têkiliya huner û civakê de axivîn. 

Tu dikarî hinekî qala helbestkariya xwe bikî? 

Helbestvaniya min bi xwendinê dest pê kir. Ji sêzdeh saliya xwe ve, hetanî vî emrê xwe, jiyana min bi xwendina pirtûkan derbas bû. Her ku min dixwend, dibûm xwedî xewn û xeyal. Di  navbera salên 2003 û 2006'an de min lîse xwend. Hetanî wê çaxê jî, xwendinên min bi Tirkî bûn. Wê çaxê wekî gelek ciwanên me hay û bayê min jî ji edebiyata Kurdî tinebû. Min ji xwe re helbestên Ahmed Arif, Ahmet Telli jiber dikirin. Min li cem mamosteyê xwe yê lîseyê helbestek xwend, bandora dengê min li ser wî çêbû, ez tevlî koma helbestê kirim. Di wê navê de jî, helbestên Tirkî yên li gorî pîvanê min dinivîsandin. Tê bîra min rojekê hê ez diçûm lîseyê, hevalên birayê min hatibûn şevbuhêrkê, yekî ji nav wan digot: ‘Tu dar î, ez daristan im. / Tu av î, ez çem im./ Tu gul î, ez buhar im.’ Ez matmayî mabûm. Paşê min devê romanekê vekir, min dît li wir ristek bi Kurmancî nivîsandiyi û li bin navê Melayê Cizirî hatiye nivîsandin. Wê çaxê peydakirina berhemên Kurdî ew qasî ne hêsan bûn. Bi tenê, carinan birayê min Azadiya Welat dianî malê. Min nedizanî bixwînim; lê dîsa jî, xwe lê dikir bela. Ev tiştên, ez rastî wan dihatim, kela canê min radikirin. Herî dawî jî, di êvareke havînê de, xalê min ê helbestvan Bamed Serdar bûbû mêvanê me. Çawa bi min re axivî, min di dilê xwe de gotibû: ‘Ev çi zimanekî xweş e, wekî hingiv şêrîn e.’ Dem derbas dibû, min berê xwe da siyasetê. Hetanî çûm zaningehê jî, xwendina min a Kurdî kêm bû. Ez dibêm, sal 2007 bû, ji bo  pirtûkên Kurdî çûbûm Qoserê. Wê çaxê min pirtûkên çîrokan kirîbûn û dixwendin; lê min bi wateya pirrî peyvan nedizanî. Min gerdûnek nû keşf kiribû. Li ser xaka xwe, biyanîyê helbesta xwe bûm. Li zaningehê min berê xwe da helbesta zimanê xwe. Werhasilî kelam, çîroka min a helbestê dûdirêj e. Ji ber vê ez vegerim ser nêzîkatiya xwe a helbestê. Li gorî min helbest reqs û ahenga peyvan e.

Hunera meriv, herî pirr di helbestê de, diyar dibe. Gerek, helbest dûrî sloganan be; lê ji bîrdoziyê jî qut nebe. Divê li helbestê wekî metayek be, neyê nêrîn û helbest nebe amûra kapîtalîzmê. Herî dawî helbest ji bo min lêgerîn e, bi nasîna helbesta zimanê xwe min bi dest lêgerîna xwe jî kir. Her ku helbesta min kûr dibe, ez jî kûr dibim û bêhtir nêzî xwebûna xwe dibim. Ji ber ku ruhê jinên neolîtîkê di helbestên wê de dibînim, herî zêde ji helbestên Fatma Savci hez dikim û herî zêde xwe nêzî helbesta nûjen a erd Argon dibînim.

Te got "helbest ji bo min lêgerîn e" û te qala erd Argon û Fatma Savci kir. Tu li çi digerî û helbestên van herdu helbestkaran tesîreke çawa li lêgerîna te kir?

Di helbestê de, ez li parçeyê xwe yê sêyem digerim. Gava wî parçeyê xwe yê sêyem bibînim, ez ê nêzî xwezayê bibim, nêzî dayika Star bibim. Dayika Star an jî dayika Îştar, wê min bike xwebûn. Ev dîtina min, wê rêyê li ber azadiya min veke. Ez ê  xwe ji dualîzma ruhî azad bikim. Wê parçeyê min ê sêyem rêyeke nû, jiyaneke komînal li ber min veke. Di nava kesayeta min de wargehek heye, divê ez xwe bigihînim wê wargehê. Ew wargeh dûrî reş û spîtiya min e, di nava wî de parçeyê min ê sêyem veşartiye. Hetanî ez wî parçeyê xwe yê sêyem nebînim ez ê xwe nebînim. Min got: "helbest ji bo min lêgerîn e." Belkî jî, ez di helbestê de, li wê jîna paş Çiyayê Qafê digerim. Belkî ez li welatê xwe yê çar parçe digerim. Helbestên erd Argon û Fatma Savci berê lêgerîna min didin dîroka min a kevnar. Belkî, di helbestên wan de ez dayika xwe Îştar dibînim. Bêhna neolîtîkê, ji helbestên wan tê. Ez di helbestên wan de xwe hîs dikim. Agirê, lêgerîna min gur dikin. Ji min re dibêjin, "Lêgerîna azadiyê, dîtina gava yekem a heqîqetê ye." Ez jî, di nava ristikên wan de, li xwe digerim. Kî dizane? Belkî, rojekê xwe bibînim.

Bi ya te rewşa helbesta Kurdî ya nûjen çawa ye?

Li  welatê çar parçe, helbesta Kurdî esasê edebiyata Kurdî ye. Ez rewşa helbesta Kurdî ya nûjen li ser asasê edebiyata klasîk dibînim. Bingehê wê edebiyata klasîk e. Ji helbestvanê nûjen ti kes nikare ji vê rastiyê xwe bide alî û bêje helbesta klasîk bandor li min nekiriye. Ji bo em pêşî helbesta Kurdî ya nûjen binirxînin, gerek meriv kodên helbesta klasîk fêm bike û li ser şopa wê helbesta nûjen a Kurdî binirxîne. Li gorî min, ji ber ku helbesta nûjen li ser kokên helbesta klasîk ava bûye ewqasî di edebiyata me de helbest xurt e. Heger di edebiyata klasîk de, helbestvanekî wekî Cegerxwîn tinebûya, belkî  helbesta Arjen Arî jî tinebûya. Her wiha dikarim vê bêjim, "Hawar’ ê  deng da helbesta nûjen; 'Rewşen'ê, 'Jiyana Rewşen'ê jî dengê wê bilindtir kirin. Helbesta nûjen di asteke bilind de ye, hêvî dikim wê ruhê helbestê welatê çar parçe bi ser hev ve bîne.

Hêviya me hemûya welatekê yekbûyî ye; lê meraq dikim, helbest ji bo vê hêviyê çawa tevdigere?

Hêza helbestê xurt e. Dikare dijminan jî li hev bîne. Dikare nirxên mirovatiyê jî geş bike. Ji ber vê min got helbest rêya yekbûyîna Kurdan nîşanî me dide.

Zimanê helbestê, zimanê neteweyekî  ye. Ez ê dîsa berê xwe bidim Cegerxwîn. Helbesteke wî dikare tesîreke mezin li ser hestên neteweya parçekirî bike. Gava ku dibêje, "Kîme Ez?" vê pirsê ji me dike. Dixwaze vê neteweya me ya parçekirî ber bi rastiya wê ve bibe. Wekî din bi gelemperî, herî pir ez di helbestê de rastî kodên neteweyî têm. Hêza helbestê dikare sînoran hilweşîne. Dikare tarîtiyê serûbinî hev bike. Helbesta her çar parçeyan, ji me re vê dibêje, "Yekbûyîn wê me rizgar bike, yekbûyîn wê sînorên di nava me de tarûmar bike." Beriya çendekê, ji Weşanxaneya Avestayê çar pirtûkên helbestê derketibûn. Helbestvanên wan çar jin bûn. Her jinek ji parçeyekî welat bû. Vê xebatê, kêfa min û kêfa gelek mirovan anîbû. Ji ber ku hestên me ên neteweyî gur kiribûn. Em çiqasî helbestvanên her çar parçeyan nas bikin û wan bixwînin, hestên me wê xurttir bikin û hêviya yekbûyînê geş bikin. 

Tu di sohbet û axaftinên xwe de qala "hunera rêya sêyem’’ dikî.  "Hunera rêya sêyem" çi ye?

Hunera rêya sêyem, bingehê xwe ji civakbûnê distîne. Di serî de, ne reş e ne jî spî ye. Di navbera van her du têgehan de, dixwaze xwe ava bike. Hevsengiya hunerê ye. Wekî zimanê şaristaniyê û zimanê kapîtalîzmê ne êrişkar e, dûrî reqabetê ye.

Di hunera rêya sêyem de obje heye. Ji ber ku obje heye hunera rêya sêyem azad e. Bi pişta aştîyê digire; lê gava em li hunera ji rêzê dinêrin dibînin ku subje heye. Subje koletiyê diafirîne, şer diafirîne, dilîniyê diafirîne. Ev, rê li ber jiyanê digire. Mirovatiyê ji xwezaya wê dûr dixe. Hunera şaristaniyê û kapîtalîzmê li ser subjeyê ava bûye. Em dikarin ji pirr tiştan vê encamê derxin. Yek jê ev e: Çima hejmara nivîskarên mêr ji yên jin zêdetir e? Ji edebiyata cihanê, hetanî edebiyata Kurdî çima nivîskarên jin  hindik in? Li gorî hunera rêya sêyem, gerek hevsengiyeke hevpar hebe. 

Armancek hunera rêya sêyem jî ew e ku neheqiyan ji holê rake. Neheqiyeke mezin li jinê dibe. Hunera rêya sêyem li hemberî vê neheqiyê ye. Beyî parçeyê sêyan, ti wateya parçeyê yekê û didoyan tineye. Hunera rêya sêyem, li gorî şert û mercên jiyana modernîzma kapîtalîst xwenûkirina hunera şoreşî ye. Gava em li pirtûka Numan Amed a bi navê 'Kavramsal ve Kuramsal Olarak Sanat' binêrin yan jî, li pirtûka Ekrem Baydoğan û Ramazan Çeper ya bi navê 'Kürt Edebiyatının Sosyo- Politik Analizi' binêrin em ê bêhtir li ser vê hunera rêya sêyem bigihêjin hin encaman. Mirov, ruhê xwe di çi de bibîne, dixwaze hema qala wê tiştê bike. Ez hunera rêya sêyem dişibînim Teyrê Sîmir. Di nava dorpêça mêjiyê şariştaniyê de, xwe ji nûve ava dike.

Hunera rêya sêyem polîtika û helbestê çawa bi hev ve girê dide?

Îro roj, em dibînin ku nava pirr tiştan hatiye valakirin. Hema bêje jiyana kapîtalîst, pirr tişt pûç kirine. Yek ji van tiştan polîtîka ye û ya din jî huner e. Ji bo tu pirtûkeke xwe çap bikî, gerek pereyên te hebin. Ji bo tu bikevî nav polîtîkayê gerek pereyên te hebin. Mirov ji hestên xwe dûr dikevin, ji xwezayê dûr dikevin. Her tişt ber bi mêjiyekî mekanîk ve diçe. Em li pergalê binêrin, heger sîyasetvanên desthilat bixwazin, dikarin gelek meseleyan çareser bikin; lê çareser nakin. Gava çareser bikin, êdî di dest wan de tiştek namîne ku li serê sîyasetê bikin. Ji ber vê hunera rêya sêyem dixwaze nexweşiyên di nava civakê de çareser bike. Nexweşiyên polîtîkayên kapîtalîst têk bibe û civakeke komînal, edebiyateke komînal ava bike. Pergala kapîtalîst, hema ji kaosê nan dixwe û bi polîtîkayên xwe yên çewt zerarê li xwezayê, mirovatiyê dike.

Hunera rêya sêyem jî dixwaze rê li ber vê jiyana mirî bigire. Modernîta kapîtalîst dixwaze huner û siyasetê ji hev veqetîne. Di van demên dawî de hema ji bo edebiyata Kurdî dibêjin, "Ez li dijî hunera polîtîk im." Ez ji van kesan dipirsim, "Ji bo me bindestan hunera ne polîtîk wê bi kêrî çi were?" Ma welatekî me yê azad çêbûye, qey haya me jê tine? Ji bo van nîqaşan hê zû ye. Hunera rêya sêyem dixwaze huner jî, helbest jî bi kêrî derdên civakê werin û wan derdan derman bikin. Dixwaze bibe alternatîfa ji bo mirovatiya mezin. Wekî hunera di nava modernîzma kapîtalîst de li pey populîzmê naçe. Dixwaze, civak derdên xwe di hunerê de bibîne, dixwaze helbest xîtabî civakê hemûyî bike.

Bi ya te têkiliya huner û helbesta Kurdî bi bûyerên sosyo- polîtîk re çawa ye?

Gava li ser vê mijarê difikirim, helbestvanê bi nav û deng Cegerxwîn tê bîra min. Ji ber ku di helbestê de, rewşa me Kurdan ya sosyo- polîtîk xweş aniye zimên. Ji bo meriv, vê rewşê bîne zimên divê meriv civaka xwe baş binase. Cegerxwîn, şivantî jî rençberî kiriye. Feqetî, melatî kiriye. Hetanî tu bibêjî bes, wî feqîrî dîtiye. Cegerxwîn, her tim di nava gel de bû. Em li hunera Kurdî ya vê serdemê dinêrin, çi qasî dûrî sekna helbesta Cegerxwîn be, wê ew qasî jî winda bike. Çi qasî li xwe bigere, wê xwe nebîne. Ji bo em têkiliya rewşa huner û helbesta Kurdî, bi bûyerên sosyo-polîtîk re fêm bikin, divê em berê xwe bidin huner û helbesta Cegerxwîn. 

Ji bo hunermend  hunera xwe li ser rêya heqîqetê ava bike, divê konjoktura civaka xwe ya sosyo-polîtîk baş nas bike. Ji Ewrûpayê di nava kêfê de, di nava dewlemendiyê de, meriv di hunerê de nikare konjonktura sosyo-polîtîk ya Kurdî bîne zimên. Ji bo em baş bînin zimên, divê em nêzî gelê xwe bin. Gerek meriv minetê li gelê xwe meke, em gelê bindest in û divê civaka me ji bînî de were guhertin. Vê jî, tenê edebiyat dikare bike. Nivîskar, helbestvan, muzîkjen gerek neşibe hunermendên serdestên xwe. Mînak; gava nivîskarê serdest Orhan Pamuk, romanekê dinivîse xwe hepsî malê dike û hetanî roman neqede ji mal dernakeve. Îjar, li gorî rewşa nivîskareke/î, helbestvaneke/î bindest li vê bifikire. Gava bişibe serdestê xwe wê çi li civaka xwe zêde bike? 

Ez her tim ji xwe re dibêjim, îro roj jî li gorî helbesta nûjen yê ku rewşa sosyo–polîtîk ya Kurdan baş di helbestên xwe de bi kar tîne Rênas Jiyan e. Her çiqasî di nava dîwarên sar û cemidî de be jî erd Argon e, Fatma Savci ye. Ji ber ku ez kodên civaka xwe di helbestên wan de dibînim. Ez vê şirovê li gorî xwe dikim. Bêhna berxwedanê ji helbestên wan tê.

Te got ji Ewrûpayê mirov nikare rewşa sosyo-polîtîk ya Kurdan bîne ziman. Ev nirxandin li hunermend, helbestkar û siyasetvanên Kurd ên li Ewrûpayê nabe neheqî? Ji ber ku van kesan gelek kar û nêrînên baş û cidî jî didin.

Keda van hevalan pirr çêbûye û rêzdariya min ji wan û keda wan re heye. Lê gava min ew gotin kir, meseleyeke nivîskarekî hate bîra min. Ez nav jî bidim. Jan Dost. Beriya çendekê li ser malpera xwe ya civakî tweetek avêtibû û bang li Cizîriyan dikir. Qey wê li ser şerê kolanan romanek binivîsanda. Îcar dixwest Cizîrî jê re qala bûyer û bibîranînan bikin. Ji ber vê, min ew gotin kir. Ji dûr êşên gel dê çawa werin hîskirin? Meriv xwe ji nivîskariya şaristaniyê xelas bike, meriv berê xwe bide hunera rêya sêyem, meriv bi gelê xwe re rabe û rûnê, wê ji bo me hemûyan baştir bibe. 

Ger tu li şûna min bûya û te pirsek ji xwe bikira, ev pirs wê çi bûya? Te yê çawa li xwe vegeranda?

"Gelo di edebiyata Kurdî de, tu rexne û nirxandinê di çi astê de dibînî?" Bi rastî jî, di edebiyata Kurdî de rexne meseleyeke mezin e. Ji ber ku me rexne şaş fêm kiriye. Berhem çiqasî baş be jî em li rêyeke wê ya rûreş bikin, digerin. Kodeke psîkolojiya bindestiyê ye. Hema bi zimanekî neerênî nêzîk dibin. Em ji hevdu re dibin histirî. Heger meriv rexneyê bike, divê meriv rêyekê li ber hunermend bixe, ne ku edebiyatê li ber wî/ê reş bike. 


Li ser Kadîr Stêra 

Helbestkar Kadîr Stêra sala 1989'an li gundê Qesra Qelendera yê ser bi Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, lîse jî li Mêrdînê xwendiye. Li zanîngeha Mêrsînê, beşa Ziman û Edebiyata Tirkî qedand. Pirtûkeke wî ya çîrokan bi navê "Hespê Şeytên" di sala 2019'an de ji Weşanxaneya Aryenê derçû. Helbestkar aniha li Mêrdînê dimîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.