Ez dinyayekê diafirînim

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Adar 2021 - 00:40

  • Hunermenda ji Montrealê Dominique Fortin, bi hunerê xwe li beheşta ji destdayî ya zaroktiyê digere û dibêje: Ez dinyayekê diafirînim ku îlhama wê ji zaroktiyê tê. Lê belê ez hez dikim mirov karibin serbest zimanê min bi awayê xwe şirove bikin.

LUQMAN GULDIVÊ

Gava mirov berê xwe dide berhemên vê hunermendê, çavên mirov yekser diçin ser çavên fîgure mirov a di berhemê de. Piştre jî li rûdêna wê digerin û li wan porên reşî tarî disekinin. Mirov li guhên wê disekine, çawa kite bi kite hatiye xêzkirin. Gava mirov ji serî dûr dikeve, li ser cilûbergên wê dinyaya rengên dest pê dike. Lê her çî dest û lingên wê ne, mirov dibîne ku bi xêzên besît hatine nîşandan. Heywan bi xwe bi rengê huner û çanda xwecihên Kanadayê hatine îfadekirin. Rêzeberhemên bêgunehiya heman jina ciwan yan jî zaroka keç bi gelek rengan û gelek caran jî bi hevokên nivîsa bi Fransî di nava sirr û razeke efsûnî de hatine çarçovekirin. 

Şêwekara van berheman, Dominique Fortin a ji Montrealê ye. Wê hîna nû 29 salî dest pê kir û xwe bi temamî da karê şêwekariyê, yanî sala 2003'an. Ew hunerê wê yê li jor min hinekî behsa wî kir, ew bêgunehiya kompozîsyon û heman jina ciwan diyar e ku li dora heman mijarê digere: Dewra sereqet a jiyanê. Çi jiyan bi xwe, çi mirin û çi jî vejîn. Ew jina ciwan a ku her carê di berhemên wê de xuya dike, kevirê qorzîkê ye ji bo berhêmên wê. Lê Dominique Fortin xwediyê sembolîkeke xwe jî be, bi ya wê her kes serbest e bi rengê xwe berhemên wê şirove bike, heta ew hez ji vê dike: "Ez dinyayekê diafirînim ku îlhama wê ji zaroktiyê tê. Sembolîka wê jî ya min bi xwe ye. Lê belê ez hez dikim mirov karibin serbest zimanê min bi awayê xwe şirove bikin."

Em êdî wê bêgunehiyê jî çêtir fêm dikin: Dinyayeke zaroktiyê û ew rûyê hema hema hîç naguhere. Ji ber vê yekê jî heywan, lîstîk, bûkên lastîkî, herf û nivîs xisleta hunerê wê ne. Ew di heman demê de afirandina wê dinyaya weke xewnan jî xurt dikin. Lê mirov di berhemên wê yên şêwekariyê de xurtiyeke din dibîne: Xurtiya çîrokan, yan jî xurtiya hunermendê ya ji naskirina çîrokan diwelide. 

Beheşta jidestdayî ya zaroktiyê

Ew lê mikur tê ku metafora zaroktiyê, beheşteke jidestdayî ye: "Ji bo min mijara zaroktiyê  metaforek e, ji bo beheşta jidestdayî. Ew beheşt gava mirov ji zaroktiyê dibihure û mezin dibe, hêdî hêdî tine dibe." Hunerê wê bi kêra çi tê? Bi ya min, derfeteke li wê beheştê vegere diafirîne, yan jî qet nebe bêgunehiya wê di kêliyekê de dide der.

Min li jor jî behsa wê kir, Dominique Fortin rûyê mirovan, ya rastî rûyê wê jina ciwan - belkî jî wê zaroka keç ku dibe ku ew bi xwe be - weke fotografan xêz dike. Ji bo vê jî ew gelek rêbaz û navgînan bi kar tîne da ku wî mekanê li ser tabloyê yê rûyê insanî bi nuansan, bişibîne fotograf. Motîfên spîral, tekstîl, kolaj, jêbirin ji van rêbaz û navgînan in. Mirov dikare bibêje, ew her tişta dikeve ber destê wê bi kar tîne da ku wêneyên xwe bixemilîne. Bi vî rengî, weke ku ew li dinyaya zaroktiya xwe bikole, li xeyala wê li efsûna wê hem di kûrahiyê de û hem jî bi rohniyê.

Hostekara dinyayeke xeyalan

Dominique Fortin ji sala 2003`yan ve profesyonel temamê wexta xwe bi şêwekariyê dibihurîne. Wê li Saint-Laurent Cegep û li Sud-Ouest School of Crafts xwendiyê û pisporiya wê jî mucewher bûne. Mirov di berhemên wê de bikaranîna hêsanî û rehet a gelek materyalan û kolajê bi vî awayî dikare rehettir fêm bike. Ma ne, zêrker, zîvker û hostekarên têlkariyê li Kurdistanê bi heman sivikiyê hunerekî efsîunî diafirînin; yan jî diafirandin. 

Berhemên wê axir welê xuya ne, weke ku li ruhê mirovan bikolin. Mirov di heman demê de di vê gerê de, di vê lêkolînê de gelek hestên azad û şopên romantîzmekê jî dibîne. Romantîzmeke wilo ku di nava xeyal û rastiyê de û di nava xetên besît û xetên kite bi kite yên nêzî fotografan de geh xwe dide der û geh xwe vedişêre. Ew dinyaya xeyalan jî di encama vê de peyda dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.