'Ew dozger rojekê wê hesab bidin'
În 16 Nîsan 2021 - 02:09
Malbata Şenyaşar li dijî komkujiya li dijî endamên malbatê li ber edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Emîne Şenyaşar a dayik û kurê wê Ferît Şenyaşar nerazîbûna xwe nîanda ji dozgerên ku kujeran diparêzin û got, ''Rojek wê were, ew dozger li ber darazê wê hesab bidin.''
Malbata Şenyaşar ev 39 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire. Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar nobetê digirin û li cihê nobetê difitirin jî.
Malbata Şenyaşar doh berê sibehê û ber avahiya edliya Rihayê. Malbatê dovîza li ser nivîsandî 'Edalet' û wêneyên dema êrîşê hilda.
Malbata Şenyaşar doh li ser medyaya civakî got, ''Li ber avahiya Edliyeya Rihayê ev roja 38'an e ku em têkoşînê ji bo edaletê dikin. Serdozger û dozger kujeran diparêzin. Rojek wê were û ew dozger li ber darazê wê hesab bidin.''
RIHA