Elmanya krîmînalîze dike

Nûçeyên Dîaspora

duşem 28 îlonê 2020 - 23:30

  • Wezîra Dadê ya Niedersachsenê ya berê Heidi Merk: Bi operasyonên îdraksaziyê Kurdan li ber çavê raya giştî reş dikin. Gava ez li ber siyasetên krîmînalîzekirina Kurdan û PKKʼê rabûm, zext li dijî min zêde bûn."

MUSTAFA DÎNÇ/TARIK DEMÎR
HANNOVER

Pêr li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan û dostên wan li Elmanyayê mijara konferansekê bû. Azadî, Biratî Bremen p NAV-DEM Hannoverê bi hev re li Kulturzentrum Pavillonê konferans bi sernavê "Krîmînalîzekirina li dijî Tevgera Kurd li Bremen û Niedersachsenê" organîze kir. Di konferansê de kesên ku ji ber krîmînalîzekirinê mexdûrbûyî û hiqûqzan û siyasetvanên di vî warî de têdikoşin, fikrên xwe parve kirin.
Rûniştina yekê bi navê "Sinifandina hiqûqî û siyasî" bi rê ve çû. Parêzer Sven Adam, Wezîra Dadê ya Berê ya Niedersachsenê Heidi Merk û Parlamentera Eyaletê ya Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemir qiseker bûn. Parêzer Adam bi bîr xist ku zextên li dijî Kurdan piştî qedexekirina PKKʼê ya sala 1993ʼyan û pê ve her çûye, zêde bûye. Wî got, bi zextên li Tirkiyeyê re Elmanyayê zext û qedexe li ser Kurdan tetbîq kirine û komele û saziyên Kurdan kirine hedefa êrişan.

Tirk çi dikin Elmanya wê dike

Sven Adam got, pêkanîn û biryar di vî warî de bi temamî siyasî bûne û wiha dewam kir: "Ji bo miletê Kurd pişteke hiqûqî bi temamî ji holê rabû. Saziyên Elman paralelî Tirkiyeyê biryarên siyasî didin." Wî bi bîr xist ku tevahiya sembol û heta rengên Kurdan bi elaqeya bi PKKʼê re tên qedexekirin. Wî got, bi cezayên kêfî û zêde jî hewl didin Kurdan çavtirsandî bikin û çapemeniya Kurd jî li Elmanyayê bi heman awayî tê krîmînalîzekirin.
Parêzer Sven Adam di dawiyê de got, "Ti referansa hiqûqî di meseleya PKKʼê de pêk nayê anîn. Divê ji bo betalkirina qedexeya sala 1993ʼyan kampanya bên meşandin".

Zext li wezîrê jî kirine

Wezîra Dadê ya berê ya Niedersachsenê Heidi Merk jî got, "Tevahiya çalakiyên miletê Kurd dişopînin, van çalakiyan dikin rapor û bi agahiyên îstîxbarî, bi awayekî bi pîlan siyasetên dijber tên afirandin û ji bo krîmînalîzekirina Kurdan, hewleke taybet tê dayîn." Heidi Merk got, bi operasyonên îdraksaziyê Kurdan li ber çavê raya giştî reş dikin û wiha dewam kir: "Gava min li Niedersachsenê wezîfeya xwe ya wezîrtiyê dikir, ez li ber siyasetên krîmînalîzekirina Kurdan û PKKʼê rabûm, ji ber vê zext li dijî min zêde bûn."
Heidi Merk jî piştrast kir ku Elmanya siyasetên bi yên Erdogan re li hev bikin li dijî Kurdan bi rê ve birine: "Bi awayekî eşkere bi fermanên Erdoganî, bi gunehbariyên bê bingeh zextê dijwar dikin. Ev di warê hiqûqî de şerma herî mezin e ku min hîs kiriye. Divê raporên zextê û zilmê yên li dijî miletê Kurd bên rakirin. Raya giştî ya Elman divê nîşan bide ku li cem miletê Kurd e."

Ji Elmanyayê û wêde

Parlamentera eyaletê ya Partiya Çep li Hamburgê Cansu Ozdemir jî got, ne tenê li Elmanyayê, lê li seranserê ewrûpayê zextên li dijî Kurdan zêde bûne, tehlûkeya suîqestê ya li dijî hevserokê KCDK-Eʼyê Yuksel Koç jî bi bîr xist û wiha peyivî: "Hewldanên suîqestê deşîfre bûn. Me nîşan da ku organîzekirî û koordînekirî ye. Lê dîsa jî daxuyaniyek nehat dayîn." Wê pîlana suîqesta li dijî siyasetvan û akademîsyena Kurd li Awusturyayê Bêrîvan Aslan û komkujiya li dijî sê şoreşgerên jin ên Kurd a li Parîsê jî bi bîr xist û got, "Divê mirov xwe li karên MÎTʼa Tirk kerr û kor neke. Endamên MÎTʼê bi rehetî li Elmanyayê digerin."

Li xerîbistanê jî zilm dewam dike

Rûniştina konferansê ya diduyê bi sernavê "Zext derbê li ferdan dixe, lê em hemû dikevin ber" bi rê ve çû. Hevserokê KON-MEDʼê Tahir Koçer û ji Kampanyaya Halim Dener, Dirk Wittenberg di vê rûniştinê de peyivîn. Koçer li ser zextên li Elmnanyayê got, "Em ji ber baranê hatin ber şirikê" û rexne li siyasetên zexta li dijî Kurdan girtin. Koçer got, "Bi destê Tirkiyeyê li vir jî neheqî li me hat kirin. 71 caran bang li min kirin da ku îfadeyê bidim, 3 caran ceza li min birrîn." Koçer got, çalakiyên Kurdan tên krîmînalîzekirin û bi dîrektîfên Tirkiyeyê, Elmanya qanûnên xwe jî binpê dike.
Ji Kampanyaya Halim Dener, Dirk Wittenberg jî got, ji sala 2014ʼan ve ew têdikoşin û ji ber wê zextan li wan dikin û wan jî krîmînalîze dikin: "Zextê li me dikin. Ev helwêsteke siyasî ye. Zextê li kesên destekê didin Kurdan jî dikin. Em ê li dijî vê dengê xwe her bilind bikin."
Di rûniştina sisiyan a bi navê "Bersiva me piştgirî û têkoşîna li dijî zextan e" ji buroya hiqûqê Azadî Heike Geisweid û ji Rote Hilfe jî Hartmut Brückner peyivîn. Geisweld got, penaberan dikin qurbana siyaseta Tirkiyeyê û xwest ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin hewleke taybet bê dayîn. Bruckner jî got ew destekê didin wan kesên ku ji ber fikrên wan ên siyasî zext li wan dibe û xwest piştgirî bê xurtkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.