Duwa dîdar legel Hûşeng Emîrpûr

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 22 Cotmeh 2021 - 23:14

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(99)
Amadekirdin u wergêran: Hesen Qazî
Beşêk le hevpeyvînî hemîd şewket  legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket,Çapî yekem:1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî 

Rîzwanî: Pinktî serekî lewe daye ke le cêda biryar nebû le paşmiley minda kobûneweyek pêkhatû le endamanî dayimî defterî siyasî pêk bê, çi dega bewey ke pesindkiraweyekîşî hebê. Biryarî ême awa bû ke çend roj le duway çûnî min bo Kurdistan, 'Elî Sadiqî kesî duwemî komîtey dayimî defterî siyasî  bê û legel min bikewê ke seferekey le ber gîrugriftî têknîkî wedirengî kewit. Biryar wa bû ke kûbûnewey duwatirî komîtey dayimî defterî siyasî ke piley rêberayetî hîzbî hebû  le Kurdistan pêk bê. Ta duwayîn lehzey ke xerîk bûm Taranim be cê de hêşt hîç rawêjêk legel min nekra sebaret bew danîştiney ke belgey Reşemey 1360 [Fêwrîyey 1982] î pesnid kird. Ême xerîk bûyn hewilman deda ew hawrêyane bo Kurdistan ragwêzîn û ewan hewlyan deda şêwe rêkxistinêkî taze dabnên.

Şewket: Aya ewe raste ke to be agadarî le deqî belgey Reşemey 1360 [Fêwrîyey 1982]  nameyekit ruwew endaman û kadrekanî hîzb nûsî û gutit kodetayek kirawe?
Rîzwanî: Wuşey kodeta 'eynî qiseyek bû ke kirdim 

Şewket: Aya ewe duruste ke ber le çûnit bo Kurdistan be Hûşeng Emîrpûr, endamî komîtey dayimî defterî siyasî û hawrêy qedîmî xot ke dengî dabû be belgey Reşeme gutbû " hîzib despêrim be destî to" ?
Rîzwanî: Na emin şitêkî wam pê negut. Belam waq'îyet eweye ke ber le çûnim bo Kurdistan nîgeran bûm û dile rawkêm hebû. Nek le ber xom, belkû le ber hîzib. Pinktî cêy sernic eweye ke ta ew roje hemîşe emin demamewe û xelkî dî deroyiştin û ew car şiteke be pêçewane bû. Ewanîdî mabûnewe û ewe  min bûm ke deroyiştim û nawendêtîm be cê dehêşt. Boye hêndêk qisem legel Hûşeng bas kird ke hawrêy le mêjînem bû ke ew qisane le rûy însanîyewe girîng bûn. Diyare nem detuwanî ew qisane legel hemûwan bihênme gorê. Le komîtey dayimî defterî siyasî û le gişt hîzb da hîç kes nizîktir lew be min nebû û hestim dekrid le waneye îdî duway ew sefere geraneweyek le gorê da nebê.

Şewket: Çit be Hûşeng gut?
Rîzwanî: Katî malawayî kirdin hestêkî seyirm hebû. Bîstûme jinan hestêkî awayan heye û renge haletêkî jinanem  wexo kird bû  û corêk hestim be metrisî dekrid. Be hûşengim gut : " bew  wez'îyetey  ke hatuwete pêşê  lewaneye helweşêyn. Wek dezanî ke helumerc hemû rojê sexttir debê û le barudoxêkî awa da car car hestî hawpêwendî sist debê û her kes deçê de fikrî çare peyda kirdnêk bo xoy û xêzanî. Eger ta êsta ew hemû sale bergeman girtuwe tenya le ber eweye piştîwanîman le yektirî kirduwe. Dena bê reçaw kirdnî ew pirênsîpe mihal bû berge bigrîn ."
Ew duway bîstinî ew qisane be germî minî le baweş girt û ber lewey le yektirî cwê bînewe pêm gut: "helumeric hemû rojê xiraptir debê û lewaneye îtir deretanî pêkhênanî danîştinî nihênîş peyda neken. Belam ewet le bîr neçê, gişt ew pesindkirawe û kaxezane be layekewe, ême hawrêy konîn û be hîway yektirî deçîn. Neka biçme Kurdistan û tenya bal bim ? "  
Hûşeng însanêkî leberdilan bû . To baş dezanî ew demî ke debîrî konfêdrasyon bû çende le naw komelanî xwêndkar û tenanet dijberanîşî da xoşewîst bû. Hêşta natwanim bawer bikem kûjra bê.

Şewket: Le dijayetî " hawrêyanî Taran" legel ew bîrurayey ke be bîr û ray " hawrêyanî Kurdistan" nawbangî der kird, detuwanî basî çi songe û engîzeyekî dîke bikey?
Rîzwanî: Pêyan wa bû ke be ladanî min û helbijardinî rêberayetîyekî carî, teşkîlatî nawxoy wulatyan be destewe girtuwe. Beşî henderanîş ke hem le rûy propaganda  û hem peyda kirdinî serçawey malî  girîng bû be destewe degrin .Ca boye eger Rîzwanî muxalefetêkî kird hîçî pê nakrê. Her boyeş bû ke hêndêk lewan katêk ke helumeric dijwartir bû le ciyat ewey ke bêne Kurdistan çûne Urûpa. Herçend ke hêndêkîşyan manewe û kûjran.

Şewket: Be manayek ewan zûtir le êwe ferqyan pê kird ke çûn û manewe le Kurdistan bê faydeye û çûne derewey wulat. Êwe her ew siyasetetan reçaw kird, belam be direngewe. Tenanet eger biryar wa bû mirov dest le ser dest danê û le çaweruwanî da danîşê, Parîs le Bokan baştir bû.
Rîzwanî: Eger wa baye debû her ew babete legel ême bihênne gorê . Eger wa bû boçî pesindyan kird ke hîç kes mafî nîye biçête derewey wulat ? Ewe legel hîç pirênsîpêk naxwênêtewe ke debîrî hewel bo encam danî memûrîyetêk binêrne Kurdistan û le maweyekî kurt, û le paşmiley wîda, rêberayetî bigorin û biryarî dîke biden. Le katêkda lê birabûyn  hemûman biçîne Kurdistan û le şwên û helumercêkî hêmin da bername bo dahatû darêjîn. Pêkhênanî kongrey hîzb le duway hênanî hawrêyan bo Kurdistan girîngtirîn mesele bû. Be tenîşt ew hengawewe demanwîst legel rêkixrawekanî dîke pêwendî bikeyn û zemîney hawkarî hawbeş amade bikeyn. Pêwendî legel Qasmilû yan rêberanî gurûpe siyasîyekan le Kurdistan bew mebeste bû.

Şewket: Qet dîdarit hebû legel Qasimlû?
Rîzwanî: 2 carim çaw pêy kewit û her carey rexney tundî hebû le helwêstekanî hîzbî ême û deygut êwe ke Kurdistantan denasî, çon tuwanîtan ew qisane biken û bergirî le cimhûrî îslamî biken?

Dirêjey heye… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.