Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana Fîncanci red kir û rûniştin taloqî 11’ê Çileyê kir.
'Dixwazin tola Cizîrê ji min hilînin'
În 30 Kanûn 2022 - 02:23
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla artêşa Tirk ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Doh duyemîn rûniştina doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat.
Fîncancî li vir peyivî û got: '' Min nirxandineke tibî kir. Min bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê çalakî kiriye’ sûcdar dikin. Gelo gotina xwînîbûna pişikê çawa dibe propaganda? Divê li herêma navborî lêkolîn were kirin. Divê pispor û kesên di qada kîmyayê de dixebitin li wir lêkolînan bikin. Her wiha divê şandeyên serbixwe vê lêkolînê bikin. Bi hedefgirtin û girtina min dixwazin TTB’ê bigirin. Ev yek di vê sedsalê de şermeke mezin e. Li Tirkiyeyê saziya herî pêbawer TTB ye. Şirîkê biçûk ê îktîdarê dixwaze TTB were girtin. Lê hempîşeyên me em hilbijartin. Erdogan bi gotinên ‘endama rêxistinê ye’ ez hedef girtim. Heke ez ‘terorîst’ bim, gelo ez ji kîjan rêxistinê me? Ez vê pir mereq dikim. Ez ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) me yan ji komeleyeke din? Gelo heke serokkomar wiha bibêje ma dê daraz berevajî vê tevbigere. Lê çi bibe jî dê her tim li hemberî kesên sûcan dikim bim.
Ez naxwazim weke bijîşk werim bikaranîn û heman tiştî ji bo serok û dozgerên di nava mekanîzmaya darazê de jî dixwazim. Derheqê min û Rêveberiya Konseya Navendî ya TTB’ê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Bi vê yekê hewl didin tolê hilînin. Pisporiya min û xebatên min ên berê hedef digirin. Min li Cizîrê di bodruman de zarokekî dîtibû. Dixwazin tola vê ji min hilînin. Dixwazin xwe ji min û TTB’ê xelas bikin. Lê dê nekarin xwe ne ji min û ne jî ji TTB’ê xelas bikin. Ez nizanim bê ka dê îdamê bînin an na. Lê ew dîwarên we bi qasî misqalê ser guhê min ve nîne. Em natirsîn. Ew jî vê dizanin û dixwazin me bitirsînin. Em li ku derê jî bin dê têkoşîna xwe bidomînin.”