Çêner Enwer ciwanekê ji Germiyanê ye, gelek ji jenîna amêra mûzîkê ya sentûrê hez dike û bibîr xist ku sentûr cara yekem beriya 2200 salan ji nav dilê Mezopotamyayê derketiye ku niha jî di nav enstrûmanên Kurdî de gelek girîngî ji wê re tê dayîn û got “Min heta niha gelek kes bi rêya online fêrî jenîna sentûrê kirine.”
Çêner Enwer bi nasnav Mewlana xortekê 27 salî ye û nîştecihê navçeya Kelarê ya navenda Îdareya Germiyanê ye. Ev zêdetirî şeş salin Çêner li enstrümana sentûrê dixe û hezek wî ya zêde ji bo sentûrê heye. Sentûr xwedî demboriyek kevnare û derketina wê vedigere beriya zayînê li ser xaka dergoşa şaristaniya Mezopotamyayê û piştre li cîhanê belav bûye. Ev amûra mûzikê ji amêrên din yên Zagrosiyan cuda ye ku ew jî ewe ku ji 72 têlan pêk tê.
Mewlana sala 2018’ê dest bi lêdana amêra sentûrê kiriye û di gelek komên hûnerê yên weke Koma Yaran, Koma Qelay Şêrwane û Koma Defî Kamo de xebitiye. Wî li Germiyanê di çend salên borî de gelek xizmeta hunerê kiriye û ji ber ku heta niha cihek yê fêrkariya hûnerî ji wî re nehatiye dabînkirin xemgîne.
Gelek kesî fêrî sentûrê kiriye
Tevî ku Mewlana heta niha bi derfetên xwe nekariye ji xwe re navendek ya fêrkirina sentûrê veke jî lê wî bi rêya online li Kelar û derveyî Kelarê gelek kes fêrî lêdana amûra sentûrê kiriye. Di vê derbarê de Mewlana got; “Eger kesek bixwaze fêrî sentûrê bibe, divê destêpêkê vê amêrê nas bike û bizane çawa nêzî wê bibe. Divê çekuçê sentûrê baş fêr bibe û bizanibe ku bi çi awayî bikar bîne. Piştre jî divê teknîkên jenîna sentûrê li gel mamosta yan jî pisporekê sentûrê fêr bibe.”
Dergûşa sentûrê Mezopotamya ye
Têkildarî amêra sentûrê û dengê wê Mewlana got; “Sentûr xwedî dengekê nerm û hesteke pir xweşe, amêrek klasîke û xwedî taybetmendiyeke îrfanî ye. Ji ber vê yekê jî li ber guhdarên wê gelek tê hezkirin. Ev amêre di wêje û hunera Kurdî de weke sentûr an jî sentîr tê naskirin. Di kategoriya amêrên lêdanê de ye ku bi rêya du çekuçên ji darê gûzê, narinc, qeysî û tûyê tê çêkirin. Dîroka sentûrê vedigere b.z. 200 (beriya 2200) salan. Dergûşa vê amêrê jî Mezopotamya ye.”
Cureyên sentûrê û beşên wê
Her wisa Mewlana têkildarî cûrên sentûrê jî ev tişt gotin; “Piştî ku sentûr ji dergûşa mirovahiyê Mezopotamyayê belavê herêmên din yên cîhanê bûn, her gelekê li gorî hunera xwe destkarî li şêweyê wê kirine. Lewra niha sentûra Kurdî, sentûra Hindî, sentûra Iraqî û Îranî heye. Her wisa ev cûrên sentûran li gor meznahî û hejmara têlên xwe cuda ne. Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî li bajarên Kirmanşan, Sine û Mababadê sentûr tên çêkirin. Mamosta Ezîzî Seyfî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bi salên dirêj li Başûrê Kurdistanê amêra sentûr çêkirine.”
Mûzikjen Çêner Enwer (Mewlana) di dawiyê de balê dikêşîne ser beşên sentûrê û wiha vedibêje; “Sentûr ji çendîn beşan pêktê ku ew jî evin; sindoqa deng, têl, kilîl, pir û çekuç. Hejmara kilîlên her sentûrekê li gor hejmara têlên wê ne. Di piraniya sentûran de 18 pir hene ku dikevin milê çep û rastê yên sentûrê. Di piraniya sentûran de 72 têl hene lê di hinekan de jî 100 têl hene.” SELMAN OSMAN / ROJNEWS/GERMIYAN