Dagirkerî çareseriyê asteng dike
Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:45
- Wan bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir da ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, rawestînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê doh li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandanek li dar xist. Wan bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir da ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, rawestînin.
Xelkê deverê û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê li çerxerêya bajarê El Kesre kom bûn û pankertên li ser wan nivîsandî “Na ji dagirkeriya Tirk re, Em destketiyên şoreşê biparêzin” rakirin.
Xwepêşandêr ber bi Meclisa Herêma Rojavayê Dêra Zorê ya li bajarê El Kesre ve meşiyan û bi dirûşmeyên xwestin dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê bê bidawîkirin.
Li meydanê, endamê rêveberiya Komîteya Çand û Huner a Dêra Zorê Ebûd El Eran li ser navê Meclisa Herêma Rojavayê Dêra Zorê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişên dagrikeriyê yên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezar kirin: “Armanc dagirkirina herêmê û koçberkirina xelkê wê, bicihkirina hinekên din li şûna pêkhateyên resen e. Hedefgirtina gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî, hedefgirtineke komî û sûcekî dermirovî ye.”
Di dewama daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên peywendîdar hat kirin da ku tavilê dest werdin meselê û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, rê li projeyên Tirkiyê yên mêtingeriyê li herêmê bigirin û li ser sûcên şer ên ku pêkanîna û binpêkirina qanûnên navneteweyî, Erdogan dadgeh bikin.
Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
Di dawiyê de wam got, “Em bang dikin ku binesaziyeke guncaw û bêalî ji bo pêkanîna danûstandinan di navbera aliyan de bê peydakirin, da ku çareseriyên demokratîk bên dîtin û şerê li herêmê bi dawî bibe û bi rêya misogerkirina navneteweyî hikûmeta Şamê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.”
ANHA / DÊRA ZOR